Musa Ehmed: Projeya perwerdeya azîzan dibîne nava hemû malekê

Bi amadebûna Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgerê Hewlêrê û hejmarek kesayetiyên akademî û mamostayên zanîngehê û peymangehan û bexşer û xêrmendan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî “Projeya perwerdeya azîzan” ragihand û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daxwaz dike, proje biçê hemû malek û hemû malbatên Kurdistanê li xwe bigre.

Bi amadebûna Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û hejmarek kesayetiyên akademî û mamostayên zanîngehê û peymangehan û bexşer û xêrxwazan, li rêwresmeke taybet da ku li rêkefta 16\7\2025 li Hotêl Dedeman li Hewlêrê birêveçû. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi fermî “Projeya Perwerdeya Azîzan” ragihand.

Destpêka rêwresmê de, rawestan û demek bêdengî ji bo rêzgirtina li şehîdên serbilindên Kurdistanê bû, paşê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bixêrhatina amadebûyan, spasiya wan hemû kesan kir ku palpiştê “Projeya Perwerdeya Azîzan” kirine û bi “karekterê çalak li rêkxistin û serxistina projeyê” bi nav kir û her li vî derbarî de got: “Cihê xwe ye spasiyeke taybetî sermayedarên Kurdistanê bikîn ku herdem wekî çiyayek li pişt me de rawestane, bi taybetî ji bo wê karê xweşik ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşî wan dike”. Herwiha got: “Hewl û piştevaniya we wiha kiriye ku em li cîhana mirovayetî û li navçeyê û Kurdistanê da naveke diyar û xûya bîn”.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê kir ku Projeya Azîzan (zarokên sêwî) ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, projeyeke xweşik û bi bandore û li gor wan lêkolînên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kiriye û ewên li derveyê dezgehê jî hatine kirin, bandoreke zêde li ser rewşa aborî, civakî û zanistî ya li Kurdistanê da hebûye. Balkişand li ser wê yekê ku li rûyê zanistî ve yek ji xalên wê ewe ye ku divê ew hemû zarok bixwînin, heta piştevaniya wan berdewam bê. Li rûyê civakî ve bi spasiyê ve li hemû Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dîmeke xweşik nîşan dane, bi hevre girêdana bixêwkeran û dezgehên peywendîdar li warê perwerde û herwiha li warê tendirustiyê ve jî digel tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nîşan dane.

Wekî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behs kir “Projeya Azîzan li sala 2012 heta niha raste rast bi beşdarî û serpereştiya cenabê Kak Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam bûye û di wê demê de zêdetirê 81 milyon dolar bi malbatên azîzan hatiye pêşkêş kirin”. Her di derbarê zarokên azîz de got: “Ew zarokên xweşdivî pêwîste em bi çaveke girîngtir û zêdetir li warê perwerde ve temaşa wan bikîn”. Got: “Hîç hengaveke perwerdeyî li Kurdistanê serkeftî nabê, eger Wezareta Perwerde û dam û dezgehên dinê peywendîdar bi perwerdeyê li pişt nebê. Cihê xwe ye spasiya cenabê Wezîrê Perwerde û hemû Wezareta Perwerde bikîn ku ji bo her babeteke perwerdeyî ku zêdene ew karên li warê perwerde de me kirine, Wezareta Perwerde ji me xemxûrtir hatine pêş ji bo serxistina vê projeyê. Em piştrastin li vê projeyê da jî (ku eve testeke di vê demê de hatiye kirin), hevkar û hevbeş dibin digel me û şîretê jî li me dikin ku em çawa vê projeyê temam bikîn”.

Musa Ehmed ewe jî dûpat kir ku “Ev proje jî wekî hemû projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, projeya xelkê Kurdistanê ye, ji bo wê yekê bi spasiyê ve dergeh ji bo şîretan vekirî ye, ji bo hevkarî û piştevaniyên Akademiya Kurdî, Mekteba Lêkolîniya Partiya Demokrata Kurdistanê, Zanîngehên Kurdistanê û rêxistinên civaka medenî û bi hev re dikarin hewl bidin, proje biçê nava hemû malekê, ji ber ku ev proje tenê xweşdiviya niştiman nîne, tenê pêkvejiyan û rêzgirtina mirov û mafên mirov nîne, bi tenê jî desteberkirina warê zanistî û pêşxistina asta zanistiya wan zarokan nîne, belku li warê tendirustî û civakî ve jî şêwirmendê xwe heye û bi giştî bi hev re girêdana civakê ye”. Her wiha got: “Heta niha me hengavên baş avêtine, lê belê bi tekez bi hev re em dikarîn destkeftên mezintir û girîngtir bi dest bixîn”.
Paşê Samî Ebdulrehman Birêveberê “Projeya Perwerdeya Azîzan” li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li workshopek da kar û çalakiyên projeya perwerdeya azîzan gelek babetiyane û bi awayeke zanistî xisterû û behsa ewe jî kir ku heta niha proje wekî destpêk û taqîkarî, pênc mijaran li xwe girtine ku pêkhatine ji:
Dirustkirina app a mobaîlê ya Azîzan.
Pêşkêşkirina 67 semîner û xulên rahênana perwerdehiyê ji bo 4.044 azîz û malbatên wan li hemû nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.
Pêşkêşkirina rêkar û palpiştiya perwerdehiyê û derûnî li warên (rêkxistina şêwaza jiyan û demên xwe, handan û fêrkariya hunerên xwendinê) ji bo 586 azîz hatiye encamdan.
Vegerandina xwendin û xwendingehê ji bo du zarokên azîz ku ji xwendinê veqetiya bûn.
Çapkirina 3.000 namîlke û broşurên rewşenbîrî û perwerdehiyê.
Her li vê rêwresmê da Dr. Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gotara xwe de tekez li wê yekê kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgeheke zêdetir ji nasnameya dezgeheke asayî ye ku li karên berfireh û karên mezin û karên mirovsaziyê li civaka Kurdistanê de encam dide.. Projeyên cûr bi cûrên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî peyameke geşbînaneya dilxweşker bi me hemûyan daye û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gelek waran de palpiştê Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye, yekem li dirustkirina dehan avahiyên xwendinê li bajar û bajarok û gundên Kurdistanê de, duyem nûjenkirina sedan xwendingehên li Başûrê Kurdistanê û navçeyên veqetandiyên derveyê Herêma Kurdistanê, sêyem Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdar û erkdar bûye li dabînkirina sîstema uzeya rojê ji bo dehan xwendingehên li Herêma Kurdistanê, çarem Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li proseya vegerandina ji bo xwendinê de beşdar bûye”.
Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ewe jî eşkere kir ku Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê li kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kariye 33.321 xwendekarên ji xwendinê veqetiyayî vegerênê ser qonaxên xwendinê”.
Dr. Alan Heme Seîd, li mijareke dinê gotara xwe de, balkişand li ser wê yekê ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roleke girîng li dabînkirina pêdiviyên navendên xwendinê de hebûye ku ew pêdivî bi hemû cûrek ve, (çanta û perawge, sûtemenî, palpiştiya maddî, dabînkirina pêdaviyên dinê nav pol û nav îdareya xwendingehan û li nav taqîgehan) “ Her wiha got: “Niha eger bi hinek navçeyan da derbas bibîn, dema ku avahiya xwendingehek dibînin ku hatibe nûjen kirin, yan ava kirin bi rengeke resasî û rengeke sor, ew xwendingeh ewin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûjen kirine ku hejmara wan sedan xwendingehin. Hemû ew karên girîng wateya destbar bûne, wateya xwe bi berpirsiyar zanîne ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkar û palpiştê Wezareta Perwerde ye. Ev proje jî (Ragihandina Projeya Perwerdeya Azîzan), projeyeke girînge bi bê cûdahî kirin, li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê hatine encam dan, xizmetê bi azîzan û xwendekaran dike. Ji bo wê yekê ji bo Azîzan Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî maleke, newayeke, qadeke, li xwe girtinê ye digel parastina rûmeta mirov ku ev karê herî pêşîneya wê bûye. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rûmeta wan kesan diparêze ku li rêya dezgehê têne destbar kirin û alîkariyê werdigrin. Pîrozbahiyê li vê projeya nazdar, bêhempa dikîn ku bi mekanîzmeke dîjîtalî û elektronî, dikare peyameke girîngê perwerdeyî û derûndirustî û civakiyê bigihîne azîzan. Hêvîdarîn li paşerojê de jî bê berfireh kirin. Amadehiya Wezareta Perwerde jî derdibrîn bo ku li rûyê şiyana miroviyê ve li xizmeta vê projeyê da bîn”.
Li rêwresma ragihandina “Projeya Perwerdeya Azîzan”, grûpa muzîkî (Nextgen), bi beşdariya çend zarokên azîz, sirûd û stranan pêşkêşî bi amadebûyan kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest