Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya rêwresmeke taybet bi Jenosaydkirina Êzdiyan dike

Li yanzdehemîn salvegera Jenosaydkirina Kurdên Êzdiyan de, xanima Perîzad Şe’ban Şêwirmenda Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya karubarên peywendiyên giştî û ragihandinê, beşdariya rêwresma bîranîna yanzdehemîn salvegera Jenosaydkirina Êzdiyan û kêmneteweyiyên li bajarê Bexdayê kir.
Roja yekşema rêkefta 03/08/2025 li hola Zewra ya li hotel Reşîd li Bexdayê, rêwresmeke taybet bi jenosayda Êzdiyan birêveçû ku her yek ji birêzan Mihemed Şiya Sûdanî Serok Wezîrê Iraqê û Emar Hekîm û Fuad Husên û Faris Îsa Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexda û çendîn wezîr û berpirsên bilindên Hikûmetê têda amade bûn.
Li vê rêwresmê da amadebûna Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî palpiştiyeke me’newî bû ji bo ziyanberketiyan û cangoriyên jenosaydê û wan hevkariyan xistin rû ku di dema derbasbûyî de hatibûn pêşkêş kirin. Her wiha tekez li ser palpiştiya berdewam ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo vegerandina koçberan li ser warên wan bi xwe ya bi awayeke dilxwazene kirin.
Ji aliyeke din ve balkişandin li ser dûbare avadankirina Şingalê bi avakirina yekîneyên nîştecîhbûnê û avahiyên xizmetguzarî û vekirina du nexweşxaneyên 100 qeryoleyî û 50 qeryoleyî, ya baştirkirina jêrxana navçeyê û dûbare avadankirina wê kirin.
Çendîn nûnerên Êzdiyan ku di vê rêwresmê amade bûn û spas û rûmetên xwe pêşkêşî Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku li beranber wan helwestên bi xwedî derketina doza Êzdiyan û palpiştîkirina berdewamiya wan ya li hemû rewşên cûda de û ji bo pêşkêşkirina xizmet û hevkariyên bi berdewam kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest