Şandeke bilind a navneteweyî, ku ji birêz Serdar Yüksel, Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê ji aliyê partiya desthilatdar (SPD) û endamê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Parlamentoyê; Klaus Engel, Serokê Berê yê Encûmena Rêveberiya Giştî ya Şirketa Enerjiyê ya (Evonik) û endamê Encûmena Veberhêner û Bexşînerên li Almanyayê; Hendrik Gross, Berpirsê Sazîya Ragihandinê ya Schwäbische Medien û Berpirsê Rêxistina (Helfen bringt Freude); Şêrzad Thomas, Rêveberê Giştî yê Sazîya (Caritas – Essen) li Iraqê; û Dênîz Kartal, Wênegir û Rojnamevan, pêk dihat, roja Pêncşemê, 2ê Cotmeha 2025an, serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê kirin. Di merasîmeke taybet de, birêz Serdar Yüksel, xelata rêzgirtinê ya parlamentoyê û nameya spasdariyê ya çend parlamenterên Parlamentoya Federal a Almanyayê, bi fermî pêşkêşî birêz Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di destpêka merasîmê de, ligel xêrhatina şanda mêvan û karmendên dezgehê, da zanîn ku ev şanda Almanî 10 sal in wek çiyayekî piştgirî dide projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û ligel hevkarên dezgehê, gelek xizmet ji koçber, penaber, zarokên sêwî, kesên xwedî pêwîstiyên taybet û zarokên otîzmê re kirine. Herwiha eşkere kir ku di Newroza bê de 12 parlamenterên Almanyayê dê serdana Herêma Kurdistanê bikin. Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ev xelat wekî rûmetek ji bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi nav kir.
Piştre birêz Serdar Yüksel axaftinek kir û kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina karmendên dezgehê anî ziman. Wî destnîşan kir ku serdana wî ya yekem bo Herêma Kurdistanê bi plansazî bûye û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wekî “birayek û hevparekî pêbawer” bi nav kir û got: “Mînaka Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li seranserê cîhanê kêm e.” Di heman demê de spasiyên taybet ji Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û şanda wî re kir û got: “Hûn jî bi hezaran kîlometre hatin cem me û gelê Kurd jî mafdar e ku bi dezgeheke wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî serbilind be. Em jî hewl didin navê vê dezgehê li Almanyayê bi fermî tomar bikin.”
Di dawiya axaftina xwe de, birêz Serdar Yüksel ragihand ku Serokê Parlamentoya Federal a Almanyayê jê xwestiye ku silavên wan ên taybet bigihîne serok û karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.



























































