Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, merasîmek taybet ji bo karmendeka Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî lidar dixe, ku piştî sê salan xizmeta bijîşkî di dezgehê de, ji niha û pê ve wek Rêvebira Tenduristî ya Efrînê erka xwe ya nû pêk tîne.
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, roja Çarşemê, 15/10/2025, di merasîmeke taybet de, spasî û rûmeta xwe pêşkêşî birêz Dr. Cîhan Beko kir, ku ji bo heyama sê salan di projeya klînîka gerok de li Efrîn û derdora wê, xizmeta çareserî û dermankirinê ji sedan nexweşan re kiriye.
Di vê rojê de, ku roja dawî ya karê birêz Dr. Cîhan Beko di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de bû, dibe roja yekemîn a karê wê wek Rêvebira Tenduristî ya Efrînê û erka xwe ya nû pêk tîne. Ji ber vê bûyerê, bi navê serokatî û karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di merasîmek taybet de pîrozbahî lê hat kirin û spasî û rûmet jê re hatin pêşkêşkirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn rêxistina cîhanî bû ku alîkarî gihand bajarê Efrînê. Ji bilî arîkarîya lezgîn û gihandina xizmetguzariyê ji mexdûrên erdhejan re û pêşkêşkirina xwarin û xwarinên germ, wan 1200 kon li ser wan malbatên ku xaniyên wan hilweşiyabûn û bêwar mabûn, belav kirin. Heta niha xizmetguzariyên dezgehê li Sûriyê û bi taybetî li sînorê Efrînê berdewam in û gelek girîngî bi qursên pîşeyî û perwerdeyî û xizmetkirina xwediyên pêwîstiyên taybet û zarokên hêja (sêwî) û sektora tenduristiyê hatiye dayîn. Di wê heyamê de, li 97 deverên cuda yên Efrînê û bajarok û gundên wê, xizmetguzarî û alîkarî di gelek sektoran de berdewam bûye. Heta niha jî projeya klînîka gerok li gundên sînorê Efrînê berdewam e û rojane piştî pişkinîn û çareseriyê, derman û dermankirinê ji sedan nexweşan re peyda dikin.
Li Rojavayê Kurdistanê, di neh sektorên kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de, 58,485 malbat (228,695 kes) sûd wergirtine.






