Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û cîhanê dike û her du alî tekez dikin ku hevrêzî û pêwendiyên xwe yên ji bo xizmetkirina alîkariyên mirovî berdewam û berfirehtir bikin.
Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Cîhanê, roja Yekşemê, 19/10/2025, serdana serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kir û ji aliyê Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Di vê hevdîtinê de, Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Cîhanê, kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di bîst salên borî de bilind nirxand û spasiyên xwe ji bo alîkariyên dezgehê ji bo xwûşk û birayên Êzdî di qonaxên cuda û zehmet de anî ziman.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ligel pêşwaziya şandeya mêvan, ronahî da ser hewldanên giştî û pir-aliyî ji bo aştiyê û pêkvejiyan û hevgirtina di navbera pêkhateyên neteweyî û ol û mezhebên Kurdistanê de û hêvî kir ku piştî hemî neheqî û karesatên ku hatine serê xwûşk û birayên Êzdî, ew di bin sîbera aramî, bextewerî û ewlehiyê de û di nav xweşiyê de bijîn.
Her du alî herwiha tekez kirin ku hevrêzî û peywendiyên xwe yên ji bo xizmetkirina alîkariyên mirovî berdewam û berfirehtir bikin.








