Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi piştgiriya bexşîneran di projeya Kurdistanî ya Mala Ezîzan de, zêdetirî yek milyon dolarî li ser zarokên ezîz (sêwî) dabeş dike.
Bi amadebûna birêzan Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bexşîneran û hejmarek ji berpirsên hikûmî û çalakvanên warê mirovî, herweha ezîzan û malbatên wan, di merasîmeke taybet de ku roja Sêşemê, 28/10/2025, li serokatiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê pêk hat, dabeşkirina alîkariya darayî di projeya Kurdistanî ya Mala Ezîzan û Bêhevjînan de hat ragihandin, ku nirxê wê zêdetirî yek milyon dolarî ye.
Birêz Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di axaftina xwe de ji bo amadebûyan, ligel pêşwaziya wan, ronahî da ser kar û çalakî û xizmetguzariyên ku Mala Ezîzan û Bêhevjînan pêşkêşî zarokên ezîz û malbatên wan dikin. Herwiha bi germî spasiya bexşînerên birêz yên Kurdistanî kir û destnîşan kir ku tevî qeyranan û bilindbûn û daketina aborî, sermayedar û xêrxwaz û xwediyên şirketên Kurdistanê, ev proje 14 sal in ku didome û alîkarî û bexşînên wan berdewam bûne. Herwiha spasiya hemî bexşînerên din û welatên alîkarîdar kir ku piştgiriya projeyên Mala Ezîzan kirine.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herwiha anî ziman ku di sala (2012) de bi amadebûna rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Desteya Damezrînerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, projeya Çavdêriya Ezîzan / Beşa Kurdistanê hat ragihandin. Her wiha got: “Em şanazî dikin ku zêdetirî heşt hezar zarokên ezîz mezin bûne û em hiştine û bûne xwedî mal û zarok û bingeha jiyana xwe danîne.”
Wek Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destnîşan kir, 3609 zarok li hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê û bajarên din, bi qasî yek milyon û 65 hezar û 400 dolarî li ser wan têne dabeşkirin.
Mala Ezîzan, projeyên cûrbecûr hene û pêşkêşkirina xizmetguzariyan (maddî, perwerdehî, tenduristî, dabînkirina kursiyên xwendinê, rêxistina geştên zanistî, dabînkirina demên kêfê yên wekî siwarbûna hespan, avjenî, wênekarî û lîstik, dabînkirina kinc û pêwîstiyên dibistanê û hwd.) li nav xwe digire.
Pereyê mehane yê ezîzên Kurdistanê ji bo her mehekê (50) dolar e ji bo her ezîzekî, ku her şeş mehan carekê bi rêya yekîneyên Mala Ezîzan li hemî nivîsîngehan li ser ezîzan têne dabeşkirin.
Hejmara tevahî ya dabeşkirinên Mala Ezîzan heta sala 2025, 82 milyon û 340 hezar û 78 dolar bûye.
Hejmara ezîzan bi hemî projeyan ve (Kurdistan, Îmarat, Polonya, alîkariya Keyaniya Erebistana Siudî û alîkariya welatê Kuwêtê) 23 hezar û 463 ezîz in.
Di projeya Kurdistanê de jî 27 milyon û 786 hezar û 233 dolar li ser 5 hezar û 888 ezîz hatine dabeşkirin.
Projeya Mala Ezîzan di vê qonaxê de piştgirî û hevkariya şirket, sermayedar û bexşînerên xêrxwazan li xwe digire.
Hinek ji wan xizmetguzariyên ku Mala Ezîzan û Bêhevjînan di Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de pêşkêşî zarokên ezîz û malbatên wan dikin, ev in:
• Xelatkirina yekemên pola 12 li Kurdistanê
• Dabînkirina sîgorta û bîmeya tenduristiyê ji bo zarokên ezîz
• Kirina test, emeliyat û çareserî û tedawiya pizîşkî ji bo ezîzan
• Dabeşkirina mûçeya ezîzan di projeya Kurdistanê de
• Dabînkirina kursiyên xwendinê ji bo zarokên ezîz
• Dabînkirina kinc, çanta, defter û pêwîstiyên xwendinê ji bo ezîzan
• Kêfxweşkirina ezîzan bi serdana cihên avjeniyê, park û qadên siwarkirina hespan û seyrangehan
• Dabînkirina sebetên xwarinê yên hişk, xwarinên germ û bexşandina goştê qurbanî
• Vekirina xulên perwerdehiyê û geşepêdana jêhatîbûnê
• Çareserkirina pirsgirêkên perwerdeyî, derûnî û civakî yên ezîzan û malbatên wan




































