Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şandeya wî, di 04/11/2025 de beşdarî duyemîn civîna lûtkeya serokên cîhanê ji bo pêşxistina civakî (girêdayî Neteweyên Yekbûyî) bûn, ku li paytexta Qeterê, Doha, pêk tê.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, serokên çendîn welatan û Emîrê Qeterê di vê konferansa navneteweyî de beşdar in.
Şandeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di sê rojên bê yên konferansê de, beşdarî çendîn hevdîtin û panelên girîng dibe û bi çendîn alî û kesayetên di warê alîkariyên mirovî de dicive.
Lûtkeya Cîhanî ji bo Pêşxistina Civakî – Neteweyên Yekbûyî, hewl dide ku hemî ajansên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî bi Armancên Pêşketina Berdewam (SDG) ve girêdayî bin û ji bo wan bixebitin.
Di civîna meha Nîsana sala 2016an ya Encûmena Rêveberî û Hevrêziyê ya Neteweyên Yekbûyî de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî endamekî şêwirmend di Encûmena Aborî û Civakî (ECOSOC) de hate qebûlkirin.
Bernameya birûskdar a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di warê alîkariyên mirovî de, wiha kiriye ku ji aliyê çendîn navendên navneteweyî ve ji bo konferansên cîhanî bêne vexwendin.
Lûtkeya Cîhanî ji bo Pêşxistina Civakî – Neteweyên Yekbûyî, di duyemîn civîna xwe de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo beşdarîkirina di vê civîna girîng de vexwendiye.
Armancên Pêşketina Berdewam (SDG), bangek neteweyî ne ji bo xebatê di ber qedandina hejariyê, parastina jîngeh û keşûhewaya goka erdê, û herwiha ji bo piştrastkirina ku niştecîh li her deverê di aşitî û xweşguzeraniyê de bextewar bin. Ev armancên ku Neteweyên Yekbûyî li ser wan dixebite, 17 armanc in:
1. Tunekirina hejariyê
2. Tunekirina bi tevahî ya birçîbûnê
3. Tenduristiya baş û xweşbûn
4. Perwerdehiya baş
5. Wekhevî di navbera her du zayendan de
6. Ava paqij û paqijîya tenduristî
7. Enerjiyeke paqij bi bihayekî erzan
8. Karê hêja û geşepêdana aborî
9. Pîşesazî, dahênan û binesazî
10. Kêmkirina newekheviyan
11. Bajar û civakên domdar
12. Bikaranîn û hilberîna berpirsiyar
13. Kiryarên avûhewayê
14. Jiyan li binê avê
15. Jiyan li ser bejahiyê
16. Aştî, dadwerî û saziyên bihêz
17. Hevkarî ji bo bidestxistina armancan









