Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî beşdariya 18emîn Civîna Kêmneteweyan li Encûmena Mafên Mirovan Kir

Awat Mistefa, endamê desteya kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û nûnerê dezgehê li Ewropayê, roja Çarşemiyê, 26/11/2025, beşdariya 18emîn civîna Kêmneteweyan a Encûmena Mafên Mirovan li Cenevê kir.
Civîna Kêmneteweyan a Encûmena Mafên Mirovan her sal tê lidarxistin.
Yekemîn daxuyanîya ku di wê civînê de hate xwendin, daxuyanîya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bû. Di daxuyanîyê de, ji bilî piştgirîya ji mafên mirovan bi giştî li Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê re, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Herêma Kurdistanê modelek baş ji bo parastina kêmneteweyan pêşkêş kiriye, ku ne tenê hatine parastin, lê belê hemû mafên wan ên aborî, siyasî û olî hatine mîsoger kirin.
Di daxuyanîyê de hat xwestin ku civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî, vê modela pêkvejîyana Herêma Kurdistanê ku pir serkeftî ye û mînakên wê li seranserê cîhanê pir kêm in, divê li ber çavan bigirin.
Herwiha hat daxwazkirin ku tawanbarên komkujiyan li Iraqê, bi taybetî yên li dijî jenosîda Êzdîyan hatine kirin, li ber dadgehan bên darizandin û qerebûya wan kesên ku di wan tawanbaran de zirar dîtine, were kirin.
Di daxuyanîya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de ev yek hate dubare kirin ku “em bi parastina mafên hemû gelan bawer dikin û desthilatdar û dewletmedar divê rêzê li hemû kêmneteweyan bi hemû ol û dînên wan ve bigirin.”

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest