Ulrich Victor, nûnerê Dêra Katolîk li bajarê Toifen a Swîsreyê, roja Yekşemiyê, 7/12/2025, serdana Serokatîya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê kir û ji aliyê Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, bi germî hat pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de, kar û projeyên hevbeş ên di dema borî de hatin gotûbêj kirin û ji bo paşerojê jî hate tekezkirin ku karê hevbeş û projeyên wan ên hevbeş ji bo alîkarîya mirovî dê hebin.
Dêra Katolîk li bajarê Toifen a Swîsreyê çendîn projeyên hevbeş di warê dabînkirina alîkarîyên xwarin û tenduristîyê de bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re hebûye û berî niha jî bîranameyek lihevhatinê bi mebesta avakirina bîst xanî ji bo malbatên bêserpereşt û yên ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûne, bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re îmze kiribû.













