Karwanekî alîkariyê ji bo niştecihên tixûbê Quştepe dişînin Çemçemal

Bi amadebûna Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Bijar Mela Xidir, Qeymeqamê Qezaya Quştepe û hejmarek kesayetiyên olî û çalakvanên sivîl û kanalên ragihandinê, roja Duşemê, 22.12.2025, li bajarokê Quştepe, karwanekî alîkariya xorek û ne-xorekî ji bo niştecihên sînorê Quştepe, ji bo zîyanberketiyên lehiyê yên Çemçemal hat şandin.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ligel xêrhatina amadebûyan, spasiyên xwe yên taybet ji mamosteyên olî û qaymeqamê bajarokê Quştepe û wan ciwanên dilxwaz û hemû bexşînerên deverê re diyar kir.
Paşê, di axaftina xwe de, bal kişand ser kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ku bi piştgiriya hevkar û alîkar û bexşîneran li asteke berfireh xizmeta mirovahiyê kiriye.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herwiha destnîşan kir ku piştî wê karesata xwezayî li sînorê Çemçemal û Kerkûk û Leylan û Germiyan û Kêlar rû da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye peywirdarkirin ku di zûtirîn dem de bigihêje hawara xelkê zîyanberketiyan.
Xweşhaliya xwe jî anî ziman ku berê xelkê di demên bûyerên xwezayî de bi dilgermî xizmeta xelkê zîyanbar ê sînorê Quştepe kirine û niha komek ciwanên dilxwaz ên wê deverê karekî mirovî yê xweşik kirine da ku bikaribin xizmeta xelkê zîyanberketiyê lehiyê li Çemçemal û cihên din bikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku hemû kar û çalakî û gihandina alîkariyan, dê bi hevahengiya tam bi aliyên pêwendîdar ên hikûmetê re li wan deveran be û ji bo gihandina vê alîkariyê jî bi heman awayî be.
Bijar Mela Xidir, Qaymeqamê Bajarokê Quştepe, di destpêkê de got, “Komek ciwanên dilxwaz li sînorê Qaymeqamtiya bajarokê Quştepe bi hestkirina berpirsiyariyeke mirovî û niştimanî, pêngavek ji bo berhevkirina alîkarî û piştgiriyê ji bo zîyanberketiyên lehiyê yên sînorê Çemçemal encam dane, pêngav hefteyekê berdewam bû û hemû çîn û beşên civakê, heta yên ku xelkê kêm-dahat bûn jî, li gorî kapasîteya xwe bi kelûpelên curbicur û alîkariyên diravî bexşîner bûn”.
Qaymeqamê bajarokê Quştepe got: “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku amadebûna xwe nîşan dan ku wek dezgeheke ewle û niştimanî, alîkariyan bigihînin xwişk û birayên me yên li Çemçemal, herwiha em spasiya wan ciwanên mirovhez û welatparêz dikin û ji bo her karekî bi vî rengî em herdem dê piştgiriya wan bikin”.
Wek yek ji ciwanên dilxwaz ên pêngavê diyar kir, rêje û cureyên alîkariyan wiha bûn:
54 milyon û 500 hezar dînar
1100 dolar
11 dolar û 10 lîreyên Tirkî jî pê re bû.
500 selikên xwarinê
82 sobeyên karebayî û neftê
168 betaniye
Kombar û lihêf û balîf
Cil û bergên zivistanê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest