Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwazî li şanda bilind a Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Îslamî ya Kurdistanê dike.

Dr. Ebdullah Seîd Weysî, Serokê Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Îslamî ya Kurdistanê û şanda pê re, roja Duşemê, 22.12.2025, serdana serokatiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di wê hevdîtinê de, Serokê Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Îslamî ya Kurdistanê spasiya kar û çalakiyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û gihandina alîkariyê ji bo xelkê qurbanî, bi taybetî ziyanberketiyên lehiyê yên sînorê Çemçemal kir.
Li aliyê xwe, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hewldanên Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Îslamî ya Kurdistanê, bi taybetî di warê teşwîqkirina bexşandinê ji bo alîkariyên mirovî û gihandina hawariyê ji bo qurbanîyan, bilind nirxand û tekezî li ser wê yekê kir ku mamosteyên ayînî di vî warî de roleke berçav û bi bandor lîstine.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest