Sirwe Salih, Rêvebera Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Silêmaniyê, di beşeke nû ya “Êvara Silêmaniyê” ya li ser kanala Silêmanî Medya de, behsa karesata xwezayî ya lehîya Çemçemal û alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Sirwe Salih, Rêvebera Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Silêmaniyê, di 16/12/2025 de di hevpeyvînekê de li gel kanala Silêmanî Medya û di beşeke nû ya “Êvara Silêmaniyê” de, di bersiva pirsên pêşkêşkarê bernameyê de, tekezî li ser wê yekê kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her dem di bûyerên xwezayî û nexwestî de pêşeng bûye li her cihî, tîmên rizgarkirinê yên dezgehê gihîştine cihê armanckirî û di erdhejên Tirkiye û Sûriyê de jî yekemîn rêxistin bûye ku tîmên dezgehê ji bo alîkariya xelkên lêqewimî li wan cihan amade bûn”.
Di derbarê karesata xwezayî û lehiya Çemçemal û derdora wê de got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema bûyerê de, daxuyaniyek belav kir û ji bilî sersaxiyê ji qurbaniyên bûyerê re, amaje bi wê yekê kiribû, ku bi hemahengiya li gel aliyê hikûmetê yê peywendîdar dê alîkariyên xwe bigihîne cihê bûyerê û li ser pêşniyara Cenabê Serok Barzanî bi lez çûn alîkariya xelkê Çemçemalê.” Herwiha got: “Karmendên dezgehê yên li nivîsîngehên Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Germiyan, Helebce û Serokayetiya dezgehê, em hemû bûn yek tîm ji bo ku em bi êşên ziyanlêketiyan re bin.
Wekî ku diyar kir, li Çemçemalê li Komelgeha Şoreşê û li Tekiye û hin gundên nêzîkî Kerkûkê jî, alîkariyên dezgehê gihîştine ziyanlêketiyan.
Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêxistineke navneteweyî ye û bi hemahengiya li gel hikûmetê û bi destûra fermî alîkariyên mirovî digihîne hewcedaran.
Derbarê gihîştina bi alîkariya xelkê di wê bûyera xwezayî de jî got: “Di roja yekem de yekser me xwarina germ belav kir, ku ji bo sê hezar kesî ji bo du danên xwarinên nîvro û êvarê xwarina germ hat dabînkirin. Ev jî karê herî pêşîn ê hawarçûn û rizgarkirinê ye, lewra malbatên ziyanbar tiştekî wan nemabû, nedikarîn xwarinekê ji xwe re amade bikin.”
Herwiha diyar kir ku tax li ser rêxistinan hatibûn dabeşkirin, ew taxa ku para Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ket, nêzîkî 500 mal bûn, tîmên dezgehê xaniyên wan paqij kirin, tankên ava malan jî hatin dagirtin, paşê selikên xwarinê, neft, sobe, doşek û betanî û balîf, cil û bergên zarok û mezinan, sêtên metbexê û pakêtên paqijker hatin belavkirin.
Sirwe Salih, di berdewamiya bersivdana pirsên Silêmanî Medya de, amaje bi wê yekê kir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tenê di karesatan de li gel xelkê nîne, bi berdewamî li gel xelkê ye û di sektorên cuda de û bi projeyên cûrbecûr li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê karên mirovî dike.
Wekî ku diyar kir, alîkariyên li sînorê Çemçemalê bêtir herêmî bûn û navneteweyî nebûn, tenê rêxistina Heyva Sor a Iraqê li cihê bûyeran amade bûn.
Spasiya hemû xêrxwazên Kurdistanê û bexşerên Kurdistanî jî kir, ku her dem li gel destê dezgehê bûn. Herwiha got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tenê yek dest nîne, belkî komek dest e ku ji bo xizmetkirina xelkên hejar û kêmderamet bi hev re kar dikin .”
Pêdagirî li ser wê yekê jî kir, ku “sermayedarên Kurdistanê baweriyeke tevahî bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heye û wê wek desteke paqij û ewle dizanin, lewra her dem destpêşxeriyê dikin, ku alîkariyên wan di rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re bigihêje xelkên hewcedar.”
Rêvebera Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Silêmaniyê, di beşa dawî ya axaftina xwe de got: “Çavên kamerayan negihîştine gelek cihan, karesat mezin bû, bi taybetî li Şoreşê, ku hemû xelkên hejar bûn û tiştekî wan nemabû, ez li gel rondik û hêsirên wan pir girîyam. Avahî û xaniyên bilind tiştekî wan bin av neketibû, bêtir ew mal ziyanbar bûbûn, ku di bin xeta hejariyê de bûn.”








