Di Lûtkeya Xwebexşiyê de Xelata Rêzgirtinê Pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Kirin

Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, beşdarî Lûtkeya Xwebexşî û Dilxwaziyê ya Hewlêrê bû, ku di bin sernavê “Xwebexş stûna sereke ya her civakeke bihêz in” hat lidarxistin.
Lûtke roja Sêşemê, 16.12.2025ê, di bin çavdêriya Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê û bi amadebûna Beyan Samî Ebdulrehman, Şêwirmenda Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Hêmin Mîranî, Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe û nûnerên rêxistinên navneteweyî, pêk hat.
Di çarçoveya lûtkeyê de, xelata rêzgirtinê ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re hat pêşkêş kirin, ji ber karên xêrxwazî û xizmetên dilxwazî yên ku pêşkêşî mirovahî û xelkên lêqewimî û kêmderamet dike.
Roja Cîhanî ya Xwebexş û Dilxwazan ji bo Pêşketina Aborî û Civakî, bêtir wekî Roja Cîhanî ya Dilxwazan tê binavkirin, ku di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de di sala 1985an de hat diyarkirin.
Ev roj wekî sembolek ji bo wan rêxistin û kesan hatiye diyarkirin ku di warê dilxwaziyê de kar dikin, da ku ruhê karê dilxwazî di nava xelkê de geş bibe û hikûmet jî werin teşwîqkirin ji bo girîngîdan û bilindkirina karê dilxwazî û piştgirîkirina rêxistinên mirovî û kesên dilxwaz, da ku armancên pêşketina aborî û civakî li ser asta herêmî û navneteweyî werin misogerkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest