Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Rêxistina Peace Village di Karên Mirovî yên Hevbeş de Berdewam Dibin

Şandeke rêxistina Almanî ya (Gundê Aştiyê – Peace Village) bi serokatiya Klaudia Pimpler – Rêvebera Giştî ya Têkiliyên Rêxistinê, di 16/12/2025 de serdana Serokatiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di wê hevdîtinê de, projeyên hevbeş û xebatên berê hatin nîqaşkirin û herdu aliyan erka hev pir bilind nirxand. Herwiha hate tekezkirin ku di paşerojê de jî wê xebatên wan yên hevbeş di warê tenduristî û alîkariya pizîşkî de ji bo kesên hewcedar bidomin.
Di çarçoveya xebatên hevbeş yên di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Almanî ya (Peace Village) de, di çendîn qonaxan de xizmetên tenduristiyê hatine pêşkêşkirin.
Di berê de, komek zarokên bi rewşên tenduristiyê yên aloz, li welatê Almanyayê hatin kontrolkirin û tedawiya pêwîst wergirtin.
Di qonaxeke nû de jî, îsal li bajarên Hewlêr û Dihokê, ew zarok hatin destnîşankirin ku pêwîstiya wan bi tedawiya pizîşkî hebû û dikare rewşên wan li navxweya Herêma Kurdistanê were çareserkirin.
Di encama vê pêvajoyê de, hate piştrastkirin ku komek zarok hatine dîtin û li gorî rewşên wan hatine dabeşkirin, da ku di demeke nêzîk de çareseriya pizîşkî werbigirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest