Şandeke Bilind a Çînê Serdana Mala Kelepûra Barzanî li Keleha Hewlêrê Kir

Şandeke bilind a welatê Çînê ku ji (Tsui Wei – Balyozê Komara Neteweyî ya Çînê li Iraqê, Liu Jun – Konsolosê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê û Jin Xin – Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yên Partiya Komunîst a Çînê) pêk dihat, roja Duşemê, 15.12.2025ê, serdana Mala Kelepûra Barzanî li Keleha Hewlêrê kirin.
Semîr Nizarî – Berpirsê Beşa Kelepûra Barzanî li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi germî pêşwaziya şandê kir û ronahî xist ser çend rawestgehên di xebat û têkoşîn û kesayetiya navdar a navneteweyî û rêberê mezin ê Kurd û çanda (General Mistefa Barzanî) de. Endamên şandê jî heta radeyekê bi dîroka Kurd û karîzmaya Barzaniyê Nemir hatin naskirin.
Jin Xin – Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yên Partiya Komunîst a Çînê, dîroka rabûrî ya Kurdan wek dîrokeke geş bi nav kir û di vê derbarê de got: “Neteweya Kurd gelekî dewlemend e bi kelepûrê û dîroka wan diyar e. Ez navê Barzanî dinas im, ez bi karîzma û kesayetiya wî re heyran im. Lewma ez xebata Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di girîngîdayîna bi kelepûra Barzanî û nasnameya çandî ya Kurd de wek xebateke pîroz dibînim.”
Mala Kelepûra Barzanî li Keleha Hewlêrê, ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatiye avakirin û rojane pêşwaziyê li serdanvanan dike, ku gelek caran kesên biyanî û geştyar û kesayetiyên siyasî û dîplomatên welatan jî serdana wî cihê pîroz dikin û bêtir bi dîroka Kurd û rêbaza rêbertiya şoreş û xebata rabûrî ya gelê Kurd têne naskirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest