Şivan Perwer Bi “Çeka Hunerê” Li Hemberî Terora Spî Radibe

Hunermendê navdar û resen ê Kurd, Şivan Perwer, bi fermî tevlî pêngava neteweyî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya ji bo têkoşîna li dijî maddeyên hişbir bû û piştgiriya xwe ya bê şert ji bo vê projeya mirovî û neteweyî ragihand.
Ev pêngava neteweyî ya ku ji bo rûbirûbûna maddeyên hişbir dest pê kiriye, salek e berdewam e û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sala 2025an de bi dehan çalakiyên cûrbecûr yên wekî konferans, semîner û atolyeyên hişyarkirinê li navendên perwerde û xwendinê, kampên koçber û penaberan û bi taybetî ji bo mamosteyên olî rêkxistine. Armanca sereke ya van hewldanan yekkirina hemû çîn û tebeqeyan e ji bo rûbirûbûna wê diyardeya metirsîdar a ku wekî “terora spî” tê zanîn.
Niha hunermendên Kurd jî wekî erka neteweyî, beşdarên bibandor ên vê pêngavê ne. Armanca wan ew e ku bi rêya hunerê (deng û muzîkê) roleke berçav di hişyarkirina ciwanan û parastina malbatan ji metirsiya alkolîzmê de bilîzin.
Hunermendê mezin ê Kurd, Şivan Perwer, bi denge xwe yê zelal û resen û bi saza destê xwe, çendîn çalakiyên taybet ji bo rûbirûbûna maddeyên hişbir pêk aniye. Ew bi “çeka hunerê” li dijî diyardeya alkolîzmê û bazirganên terora spî radibe û dibêje:
“Ez bi dil û can piştgiriyê didim pêngava neteweyî ya ji bo rûbirûbûna maddeyên hişbir.”

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest