Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di 19.04.2026an de xuleke taybet li ser “Zîrekiya Destkirî di Karê Mirovî de” vekir, ku tê de mamoste Alan Star, wekî pêşkêşkar bi awayekî zanistî û hûrbînî mijar ronî kir.
Di wê xulê de, Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, endamên desteya rêveberiyê, rêveberên beşan û berpirsên odeyan beşdar bûn, ku hemûyan girîngiyeke zêde dan mijarê û gotûbêjeke bi berhem li ser encamên wê kirin.
Xul ji çend beşên sereke pêk dihat, ku ew jî ev bûn:
Nasandina zîrekiya destkirî û girîngiyên wê di serdema îroyîn de, warên bikaranîna zîrekiya destkirî û bandorên wê di kar û jiyana rojane de, karê xêrxwazî û têkiliya wê bi zîrekiya destkirî re û çawaniya sûdwergirtina ji wê ji bo xizmetkirina civakê.
Mamoste Alan Star, behs kir ku zîrekiya destkirî (AI) yek ji girîngtirîn guhertinên serdema îroyîn e, ku dikare karan zûtir, rasttir û bi bandortir bike. Herweha amaje bi wê yekê kir ku ev teknolojî di warên cûrbecûr de wekî pizîşkî, perwerde, bazirganî û rêveberiyê tê bikaranîn û rolek girîng di başkirina xizmetguzariyan de dilîze.
Herweha li ser karê xêrxwaziyê, amaje bi wê yekê hate kirin ku zîrekiya destkirî dikare alîkariya bikarhêner bike, ji bo nasandina pêdiviyên civakê, rêxistinkirina çavkaniyan û gihandina xizmetê bi awayekî zûtir û dadperwertir.
Di dawiyê de, beşdaran raya xwe anîn ziman û tekezî li ser pêwîstiya fêrbûn û pêşxistina şiyanê di warê zîrekiya destkirî de kirin, ji bo ku bikare bi awayekî baştir di kar û jiyana rojane de sûd jê were wergirtin.












