Li Hewlêrê Navenda Pêşxistina Şiyanên Ezîzan û Bêhevjînan tê vekirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha Hîbaa (Hibaa) ji bo Geşepêdana Berdewam, yadaşta lêktêgihîştinê ji bo avakirina avahiya “Navenda Pêşxistina Şiyanên Ezîzan û Bêhevjînan” îmze kirin.
Roja çarşemê dîroka 03/06/2026an, li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê, yadaştnameyeke lêktêgihîştinê di navbera Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Mihemed Selîm, Serokê Dezgeha Hîbaa ji bo Geşepêdana Berdewam de hat îmzekirin.
Li gorî vê yadaştnameyê, avahiya navendekê bi navê “Navenda Pêşxistina Şiyanên Ezîzan û Bêhevjînan” bi piştgiriya Dewleta Kuweytê tê avakirin. Mebesta sereke ya vê planê, bihêzkirina şiyanên ezîzan (sêwiyan) û bêhevjînan û pêşxistina behreyên wan e di çarçoveya geşepêdana giştî ya civakî de.
Piştî îmzekirina yadaştê, Mihemed Selîm Serokê Dezgeha Hîbaa di daxuyaniyekê de ji bo medyaya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Îro me yadaşteke pir girîng bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re îmze kir, ji bo avakirina avahiyeke pir girîng ji bo civakê, ku ji rahênana pîşeyî û navendeke perwerdehiyê ji bo zarokên bêkes (sêwî) li Hewlêrê pêk tê. Ev cara yekem e navendeke bi vî rengî li Kurdistan û Iraqê tê vekirin.”
Serokê Dezgeha Hîbaa her wiha diyar kir ku bi hevahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi piştgiriya Dewleta Kuweytê, proje dê di nava 18 mehanda were cîbicîkirin. Di dawiyê de got: “Em pir spasiya Dewleta Kuweytê dikin ji bo vê piştgiriyê û her wiha spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku bi rastî gelek ked dan da ku ev proje di demeke herî nêz de were cîbicîkirin.”
Karzan Nûrî, Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Rêveberê Plandanîn û Projeyên dezgehê, derbarê heman navendê de ragihand: Yek ji pêşîneyên me ew e ku em xizmetkirina malbatên ezîzan û bêhevjînan mîsoger bikin. Ji bo vê armancê îro Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Dezgeha Hîbaa re peymanek îmze kir ji bo avakirina avahiyeke taybet ji bo geşepêdana şiyanên ezîzan û bêhevjînan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Her wiha got: “Ew avahî bi spasiyê ve ji aliyê Dewleta Kuweytê ve sponseriya darayî tê kirin û bi hevahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha Hîbaa tê avakirin.”

Wek ku Rêveberê Plandanînê yê dezgehê behs kir, programên wê navendê dê pir serdemî û girîng bin, çi ji bo ezîzan û çi ji bo malbatên wan, da ku bikaribin bi berdewamî ligel ezîzan bimînin.
Tekez kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di mijara “zarokên sêwî” de (ku wek ezîzan bi nav dikin), xwedî ezmûneke mezin e û zêdetirî 16 hezar zarok bi berdewamî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tên sponserkirin.
Karzan Nûrî her wiha destnîşan kir ku “tenê alîkariya darayî ne bes e; ji bilî dabînkirina jiyana wan a madî da ku bikaribin bi rûmet di nav malbatên xwe de bijîn, divê di heman demê de em şiyanên wan jî pêş bixin da ku heman demê de çînên din ên civakê bi berdewamî di pêşketinê de bin.”
Di dawiyê de got: “Spas û pêzanîn ji bo Dezgeha Hîbaa ku îro li vir bûn, û spasiyeke mezin ji bo Dewleta Kuweytê û hemû wan xêrxwazên ku di alîkariya Herêma Kurdistanê de berdewam in; em berdewamiya wan bilind dinirxînin.”

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest