Welatî berhemên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de li Hewlêrê bilind dinirxînin

Rêbin Fettah, Rêkxerê Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî, li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê:
“Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi du projeyan beşdarî vê pêşangehê bûye û xwedî cihekî diyar û giraniyeke taybet e.”
Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê hat vekirin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi du projeyan (komek pirtûkên bêhempa û helmeta niştimanî ya rûbirûbûna madeyên hişbir) tê de beşdar e. Hejmarek kesayetî û welatî, berhemên dezgehê û giringîdana wê bi çand û pirsgirêkên civakî bilind dinirxînin.
Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî, roja pêncşemê dîroka 4ê Hezîrana 2026an li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman hat vekirin. Mala Wefayî rêkxerê pêşangehê ye û Rêbin Fettah, Rêveberê Mala Wefayî, amaje bi wê kir ku ev pêşangeh bi nîşandana bi dehan hezar pirtûkan û bi beşdariya zêdetirî 130 navendên çap û weşanê yên pirtûkên kurdî birêve diçe û dê di navbera 4 heta 10ê Hezîrana 2026an de berdewam bike.
Rêbin Fettah tekez dike ku Pêşangeha Pirtûkên Kurdî, vegerandina rêz û pêgehê ye bo nivîskarên kurd û nirxekî nû ye bo edebiyata kurdî, her wiha pêngavek e bo bihêzkirina peywendiya navbera nivîskar û xwendevanên kurd. Her wiha dibêje: “Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî qadeke ji bo bilindnirxandin û pêzanînê li hemberî hemû wan kesên ku bi hêza peyv û nivîsê xizmeta ziman û edebiyata kurdî kirine.” Her wiha diyar kir ku di sê rojên yekem ên vekirina pêşangehê de zêdetirî 37 hezar pirtûk hatine firotin.
Rêveberê Mala Wefayî her wiha destnîşan kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi du projeyan di pêşangehê de beşdar e û di vê derbarê de got: “Ji bilî ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi komek pirtûkan û bi taybetî bi pirtûkên cenabê Kak Mesûd Barzanî beşdar e — ku ew pirtûk kêmpeyda ne û tenê li cem wan dest dikevin û daxwazeke zêde li ser wan heye û dahata wan jî ji bo karên xêrxwaziyê tê terxankirin — hevdem bi projeya Helmeta Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir beşdar in, ku bi wateya peyvê rûbirûbûna metirsiyên civaka me ye û karên baş tê de dikin. Loma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di vê pêşangehê de xwedî cihekî diyar û giraniyeke taybet e.”
Aydin Merûf, Wezîrê Herêmê yê bo Karûbarên Pêkhateyan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi vî rengî nêrîna xwe derbarê pêşangehê û berhemên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî anî ziman: “Em wek pêkhate ku ti cudahî di navbera neteweyan de nîne, me serdana vê pêşangehê kir, da ku ji nêzîk ve agahdarî dîrok, çand û edebiyata kurdî û van pirtûkan bin ku di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de hene. Bi taybetî me serdana standa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku ev dezgeh di her warî de roleke pir baş heye, bi taybetî di warê alîkariya mirovî de ku bêyî cudahî xizmeta hemû hewcedaran dike, ji her netewe û olê bin. Ew jî cihê kêfxweşiyê ye ku ev dezgeh bi komek pirtûkên dîrokî û berhemên serkirdeyên kurd beşdar e, bi taybetî dîroka ku cenabê Serok Barzanî nivîsandiye. Diyar e dahata firotina van berheman dîsa ji bo karên xêrxwaziyê û alîkariya mirovî tê terxan kirin; ew jî cihê destxweşiyê ye û ez hêvî dikim her dem serkeftî bin.”
Dr. Ebdulselam Medenî, kesayetiyê akademîsyen, rewşenbîr û çalakvanê medenî, destxweşiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dike ji bo vê beşdariyê û dibêje: “Ev ne cara yekem e ku ez dibînim Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarî van celeb destpêşxeriyan dibe. Di platformên cuda de, her tim wateyên pir bedew dide karê xwe. Di dema her rûdaneke nexwestî de jî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destpêşxer e û em wan li wir dibînin; stargehan ji bo kesên bêstargeh ava dikin û alîkariyên baş pêşkêşî xelkê dikin. Digel vê yekê, hiş û ramanê ji bîr nake; di çapkirina pirtûkan, rahênan û perwerdeya bi zimanê kurdî de berdewam e da ku zimanê kurdî biparêze. Ez destxweşiyê li wan dikim û hêvî dikim her dem serkeftî bin.”
Suheyla Mistefa, hunermend û şarezaya çanda kurdî, derbarê heman mijarê de dibêje: “Min serdana gelek pêşangehên navdewletî yên pirtûkan kiriye, lê ev yekem pêşangeh e ku taybet e bi pirtûka kurdî û cihê xwe de ye ku ez destxweşiyê li rêkxerên vê pêşangehê bikim.” Her wiha got: “Tiştê cihê kêfxweşiyê ye ew e ku di nav hemû pêşangehên pirtûkan de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi komek pirtûkên bêhempa û bi nirx beşdar e. Tiştê bêtir mirov pê şa dibe ew e ku berhem û nivîsên cenabê Serok Barzanî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tên firotin; daxwazeke pir zêde li ser wan heye û hemû dahata van berheman diçe xezîneya paqij a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku hemûyî ji bo karên mirovî bi kar tînin. Bêguman Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bêyî cudahî alîkariya kesên hewcedar, hejar û lêqewimî kiriye, ji her netewe û olê bin, û her tim giringî bi perwerde û rewşenbîriyê jî daye.”
Bêkes Hemedqadir, nivîskar, helbestvan, wergêr û rewşenbîrê kurd, derbarê çapemeniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de dibêje: “Têgihiştina me ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xizmetkirin û alîkariya xelkê lêqewimî ye. Di dema xebata xwe de roleke wan a baş hebûye, lê niha ku ez dibînim pirtûkan çap dikin û dahata wê jî her ji bo karên xêrxwaziyê ye, ev cihê destxweşiyê ye.” Di bersiva wê pirsê de ku çi rexne yan pêşniyarek wî heye, got: “Rexne li dezgeheke xêrxwazî nayê girtin, ji ber ku dezgeheke qezanc-nexwaz e û alîkariyên wê di warê civakî û rewşenbîrî de ne; her wiha pêşxistina warê xwendin û rewşenbîriyê xizmeteke pir mezin e.”

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest