Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tevî nemana alîkariya rêxistinên navdewletî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî (UN), di vekirina xulên perwerdehî, pîşeyî, hunerî û hwd. de, li nav kampên koçber û penaberan û li derveyî kampan jî berdewam e. Ev xul bandoreke berçav li ser jiyana beşdarvanan kirine û tenê di meha Gulanê de 1,205 kes ji van xulan sûdmend bûne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di meha Gulana îsal (2026) de, ji bilî vekirina xulên alîkariya pêşîn (yekemîn) û hewarçûna bilez ji bo zêdetirî 750 karmendan li hemû nivîsîngehên dezgehê, û pêşkêşkirina semînerên rûbirûbûna madeyên hişbir ku bi sedan kes jê sûdmend bûn; li kampên koçber û penaberan û li derveyî kampan jî 49 xulên pîşeyî, perwerdehî, hunerî û nehêştina nexwendevaniyê vekirine, ku zêdetirî 455 kes ji wan xulan sûdmend bûne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevahengî û piştgiriya xêrxwazên navxweyî û rêxistinên alîkar, roleke mezin di xizmetkirina çînan de (koçber û penaber, xelkê lêqewimî û kêmdahat û kesên bêderfet li Herêma Kurdistanê, parêzgehên Iraqê û li derveyî welat jî) heye.
Dezgeh bi mebesta perwerdehî, afirandina behreyan, peydakirina derfetên kar û dabînkirina dahatê ji bo kes û malbatan di dema qeyranan de, girîngiyeke mezin daye avakirina bingeh û navendên rewşenbîrî, hunerî û pîşeyî, ku tê de xul û rahênanên cûrbecûr ji bo fêrxwazan tên vekirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 15 navendên pîşeyî û rewşenbîrî bi rêve dibe, ku 11 ji wan di nav kampên koçber û penaberan de ne. Di rêya van navendên rewşenbîrî û rahênanên pîşeyî de, salane bi hezaran kes ji xulên (komputer, elektrîk, dirûtina cilûbergan, berhemanîna xwarinê, karên destan, ristin û hûnandin, bedewkarî/kozmetîk û hwd.) sûdmend dibin.













