Hemleya hevbeş a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Zanîngeha Soranê ji bo rûbirûbûna nexweşiya şêrpençeyê hate ragihandin

Bi serperiştiya Wezareta Tenduristiyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, û Zanîngeha Soranê, bi sponsoriya “Empire World” û di bin dirûşma “Bi hev re ber bi civakeke dûr ji şêrpençeyê ve – Hişyarî, Lêkolîn, Hêvî” de, hemleya rûbirûbûna şêrpençeyê hate ragihandin.
Bi amadebûna Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Prof. Y.D. Şêrwan Şerîf Qurtas Serokê Zanîngeha Soranê, Helgurd Şêx Necîb Serpereştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê, Bilind Îsmaîl Berpirsê Liqa 10 ya Partiya Demokrata Kurdistanê û hejmarek ji parlementeran û kesayetiyên akademîk û çalakvanên sivîl, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Zanîngeha Soranê, di hemleyeke hevbeş de bi sponsoriya (Empire Building the Future World) û bi serperiştiya Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku roja duşemê rêkefta 27/07/2026 li hola navendî ya pirtûkxaneya Zanîngeha Soranê bi rê ve çû, di bin dirûşma: “Bi hev re ber bi civakeke dûr ji şêrpençeyê – Hişyarî, Lêkolîn, Hêvî” de, hemleya rûbirûbûna şêrpençeyê ragihandin.

Dr. Rizgar Seîd Husên, Serokê Lijneya Amadekariyê ji bo hemleya rûbirûbûna şêrpençeyê: Ev hemleya stratejîk, ji bo dema salekê berdewam dibe û sînorê takekesî derbas dike û hemû civakê digire nav xwe
Di destpêka rêwresma ragihandina helmetê de, Dr. Rizgar Seîd Husên, Serokê Lijneya Amadekariyê ji bo hemleya rûbirûbûna şêrpençeyê, digel bi xêrhatina amadebûyan, behsa çawaniya danîna plana helmetê û erk û karên lijneya xwe kir. Tekez jî li ser wê yekê kir ku ev helmeta stratejîk, bi hevbeşiya Zanîngeha Soranê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo dema salekê berdewam dibe û sînorê takekesî derbas dike û hemû civakê digire nav xwe. Got jî: “Armanca sereke ya vê hemleyê bilindkirina asta hişyarî û tenduristiya civakê, pêşxistin û piştgirîkirina lêkolînên zanistî, bihêzkirina hevahengiya di navbera dezgehên peywendîdar de ye ji bo rûbirûbûneke zanistî û bi bandor li gel şêrpençeyê”.

Prof. Y.D. Şêrwan Şerîf Qurtas Serokê Zanîngeha Soranê: Hişyarkirina takekesên civakê rêkareke sereke ye ji bo rûbirûbûneke zanistî û bi bandor li gel şêrpençeyê
Paşê Prof. Y.D. Şêrwan Şerîf Qurtas Serokê Zanîngeha Soranê, gotarek pêşkêş kir û piştî bi xêrhatina amadebûyan, nexweşiya şêrpençeyê wek “gurz”ek bi nav kir, ku li peykerê civakê tê xistin û nayê zanîn kengî ew gurz li takekesekê dikeve, lewma hişyarkirina takekesî wek rêkareke sereke ji bo rûbirûbûneke zanistî û bi bandor li gel şêrpençeyê bi nav kir.
Serokê Zanîngeha Soranê, di beşeke din a axaftina xwe de, bal kişand li ser wê yekê ku Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, hêvî daye bi hezaran nexweşên şêrpençeyê û di xizmeta deh hezaran nexweşan de berdewam e û beşdariya wan a çalak di dermankirina nexweşan de heye, lê aliyê perwerdehiyê, aliyekî pir berfireh e, ku tenê Wezareta Tenduristiyê jê berpirs nîne, belku hemû sazî û dezgeh jê berpirs in, bi taybetî dezgehên perwerdehiyê û di nav wan de jî zanîngeh, ku pêwîst e bi awayekî zanistî nêzîkî xelkê bibin, da ku wan ji her aliyê ve hişyar bikin ka çawa bijîn.

Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, xizmetkarê yek bi yekê wan xelkan e ku peyamek wan heye, da ku hêviyê di dilê wan nexweşan de çêbikin
Paşê Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di gotara xwe de, digel bi xêrhatina amadebûyan, bal kişande li ser helmetê û got: “Em kêfxweş in ku îro bi karekî cuda ji karên din ên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di xizmeta xelkê xweşdiviyê devera Soranê û di xizmeta Zanîngeha Soranê de ne”. Got jî: “Em şanaziyê dikin ku me nehiştiye tu karekî mezin û girîng, tu erdekî bi bandor û diyar, di civaka me de hebe, em tê de nebin”. Wê yekê jî dubare kir: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi pişta germ bi piştgiriya berdewam û serpereştiyên Cenabê Serok Barzanî û Cenabê Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, amadetiya xwe nîşan didin ji bo hemû wan karên ku xizmeta civakê dikin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di berdewamiya axaftina xwe de ji bo amadebûyan, nexweşiya şêrpençeyê wek karesateke mezin hesiband, ku ji aliyê tenduristî û derûnî û ji aliyê maddî ve jî barê li ser milê malbata hejar û kêmdahat û xwedî nexweşiya demdirêj pir giran dike. Got jî: “Em şanaziyê dikin ku bi awayekî zanistiyane ligel Zanîngeha Soranê vê helmeta berfireh radigihînin, bi taybetî ku ev hemle bi serpereştiya Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, hêvîdar in ku bikaribin wê veguhêzin bo hemû navçeyên Kurdistanê. Ev hemle pêwîstiya wê bi lêkolînê heye, da ku em hemû bi hev re bikaribin ji bo wî xelkê xweşdivî hêviyê çêbikin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bal kişand li ser helmeta niştimanî ya hişyarkirina xelkê û rûbirûbûna maddeyên hişber jî kir, ku di dema salekê de, tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hevbeşî ligel mamostayên olî û mamostayên navendên xwendinê, kesayetî û medyayan, mînakeke bedew pêşkêş kirine ku di asta navçeyê de mînakeke wiha kêm bûye.
Di beşa dawî ya gotara xwe de jî tekez li ser wê yekê kir, ku “Ew karên herî baş in ku bi awayê tîmî û bi hevbeşî tên kirin”, got jî: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, xizmetkarê yek bi yekê wan xelkan e ku peyamek wan heye, da ku hêviyê di dilê wan nexweşan de çêbikin”.

Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Dibe wek welatên din, li Herêma Kurdistanê jî beşek ji dahata konser, festîval, pêşbirkên werzîşî ji bo sindûqa şêrpençeyê bê terxankirin
Paşê Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî bi xêrhatina amadebûyan, kêfxweşiya xwe anî ziman ku helmeteke pir girîng û stratejîk, di şêwaza xebatkirinê de li ser şêrpençeyê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û bi hevahengî ligel Zanîngeha Soranê, ji bo rûbirûbûn û kêmkirina rêjeya nexweşiya şêrpençeyê tê encamdan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tekez li ser wê yekê kir ku ev helmeta ku ji bo dema salekê berdewam dibe, dibe nimûneyeke serkeftî ji bo hemû cihên din û dê roleke bi bandor di bernameyeke giştî ya tenduristiyê de wek xweparastin û zû destnîşankirin û kêmkirina rêjeya nexweşiya şêrpençeyê de hebe.
Di berdewamiya gotara xwe de, spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Zanîngeha Soranê kir, ji bo vê destpêşxeriyê, tekez li ser wê yekê jî kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gelek alîkarî û piştgirî pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kiriye, ku nayên jimartin û wek hevbeşekî rastîn û xemsareke civakê, ne tenê li Herêma Kurdistanê, belku li derdor û derveyî welat jî her tim piştgiriyeke mezin bûye ji bo kar û barên xizmetkirinê. Wê yekê jî dubare kir ku lêkolînên li zanîngeheke nimûneyî wek Zanîngeha Soranê dibe ew nimûneya serkeftî ku faktorên nexweşiyê û rêkarên dermankirin û kêmkirina rêjeya nexweşiyê bi şêweyekî objektîf û zanistî bixe rû. Got jî: “Cenabê Kak Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim piştgiriya xizmetguzariyên şêrpençeyê bûye û yek ji projeyên herî girîng û stratejîk di asta Rojhilata Navîn de, çêkirina nexweşxaneyek e bi nûtirîn şêwaza serdemiyane ku gihiştiye qonaxa dawiyê”.
Wezîrê Tenduristiyê, di beşa dawî ya axaftina xwe de, ew pêşniyara xiste rû, ku wek welatên din, li Herêma Kurdistanê jî beşek ji dahata konser, festîval, pêşbirkên werzîşî ji bo sindûqa şêrpençeyê bê terxankirin û kesayetî û sermayedar û bexşeran bêtir girîngiyê bidin wê sendûqê.
Di beşa dawî ya rêwresmê de, yadaştnameya têgihiştinê ji bo encamdana helmetê ji aliyê her yek ji Dr. Kameran Mela Mihemed, Rêveberê Berêveberayetiya Giştî ya Tenduristiya Soranê, Prof. Dr. Semîr Mistefa, Ragirê Navenda Lêkolînên Zanistî li Zanîngeha Soranê û Dr. Ebas Azad Berpirsê Yekîneya Tenduristiyê li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hate îmzekirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest