Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarî 1. konferansa navneteweyî ya neştergeriya zarokan dike

dezgay xêrxwazîî barzanî beşdarî le yekemîn konfransî nêwdewletîî neştergerîî mindalan dekat
Di yekemîn konferansa navneteweyî ya neştergeriya zarokan de, mertalê rêzlênanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê kirin.
Yekemîn konferansa navneteweyî ya Komeleya Bijîşkên Neştergeriya Zarokan li Kurdistan – Iraqê, li Hewlêrê bi beşdariya hejmarek bijîşk û pisporên warê neştergeriya zarokan û şarezayên warê tenduristiyê tê lidarxistin û mertalê rêzlêdanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya giringîdana bi warê tenduristiyê û bi taybetî tenduristiya zarokan, beşdarî yekemîn konferansa navneteweyî ya Komeleya Bijîşkên Neştergeriya Zarokan li Kurdistan – Iraqê kir. Dr. Îbrahîm Semîn, Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Ferzîn Begzade, Serpereştyarê Beşa Ragihandin û Peywendiyan û Beşa Yasayî ya dezgehê, Dr. Ebas Azad, Berpirsê Yekîneya Tenduristiyê ya dezgehê û hejmarek ji bijîşkên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di konferansê de beşdar bûn.
Konferans bi serperiştiya Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Komeleya Bijîşkên Neştergeriya Zarokan li Kurdistanê ve hatibû rêkxistin û di rojên 3 û 4ê Îlona 2026an de li Otêla Dîwanê li Hewlêrê hat lidarxistin.
Her di vê konferansê de memorandûma têgihiştinê di navbera Komeleya Bijîşkên Neştergeriya Zarokan li Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de, ji bo karê hevbeş di warê neştergeriya zarokan de hat îmzekirin, di heman demê de mertalê rêzlênanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hat kirin, ji ber xizmetên berfireh û berçav yên ku di warê tenduristiyê û dabînkirina pêdiviyên bijîşkî de li navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.
Zêdetirî 200 bijîşkên pisporên navxweyî, Iraqî û navneteweyî beşdarî vê konferansê bûn û 20 lêkolînên nû yên akademîk û çendîn dersên zanistî û gotarên klînîkî hatin pêşkêşkirin. Mijar zêdetir bala xwe dabûn ser nûtirîn pêşketinên di neştergerî û dermankirina nexweşiyên zarokan de. Yek ji armancên sereke yên konferansê, alûgorkirina ezmûn û zanyariyan di navbera bijîşk û lêkoleran û pêşxistina teknîkên neştergeriya zarokan bû.
Wekî Dr. Ebas Azad, Berpirsê Yekîneya Tenduristiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behs kir: “Konferansê derfeta guncaw a gotûbêj û alûgorkirina ezmûn û zanyariyên zanistî di navbera bijîşk û pisporên navxwe û derveyê welat de rexsand, herwiha nûtirîn pêşketin û şêwazên nû yên neştergerî û dermankirina nexweşiyên zarokan hatin xistin holê”. Wî ew yek jî xist holê ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komeleya Bijîşkên Neştergeriya Zarokan li Kurdistanê, pirek pêbawer a hevkarî û hevahengiyê ava dikin, da ku baştir xizmeta wan zarokan bikin ku pêdiviya wan bi neştergeriyê heye”.
Her li cihê konferansê, standa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûbû cihê dîdar û rêzgirtinê û beşdaran bi germî serdana standa dezgehê dikirin û spasiya xwe dianîn ziman û rol û hewlên berdewam ên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di piştgiriya warê tenduristiyê û xizmeta mirovahiyê de bilind dinirxandin.
Beşdariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di konferanseke pisporane ya vî rengî de, tekezî ye li ser giringiya tenduristiya zarokan û hewldan e ji bo bihêzkirina peywendiyên zanistî û tenduristiyê, bi mebestа pêşxistina xizmetguzariyên tenduristiyê û dabînkirina jiyaneke tenduristtir ji bo zarokan.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam e di piştgirî û pêşxistina çalakiyên tenduristiyê û hemû wan pengavên ku di rêya xizmeta mirov û bi taybetî zarokan de tên avêtin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest