BCF berdewam giringiyê bi belavkirina hişyariya jîngehê û hewaya paqij dide

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), herdem parastina hewaya paqij wek berpirsiyariyeke mirovî û civakî bi nav kiriye. Di Roja Cîhanî ya Hewaya Paqij û Asmanê Şîn de; divê “berpirsiyariyeke hevbeş ji bo jiyaneke tenduristtir” bi tevahî biha pê bê dayîn û hemû kes bi hev re kar ji bo wê bikin.
Her sal di 7ê Îlonê de, piraniya welatên cîhanê Roja Cîhanî ya Hewaya Paqij bi bîr tînin. Ev roj di sala 2019an de ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve wek Roja Cîhanî ya Hewaya Paqij ji bo Asmanê Şîn hat destnîşankirin û ji sala 2020an ve her sal tê bibîranîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, pêwîst dibîne ku ev roj bibe sedema bilindkirina hişyariyê derbarê metirsiyên qirêj bûna hewayê û handana hemû tak û saziyan ji bo avêtina gavan di rêya baştirkirina kalîteya hewayê û parastina tenduristiya mirov û jîngehê de.
Hewaya paqij yek ji pêdiviyên herî sereke yên jiyanê ye û bingehekî girîng e ji bo parastina tenduristiya mirov û jîngeheke saxlem. Diyar e ligel geşbûna bajaran, zêdebûna hejmara otomobîlan û kargeh û çalakiyên pîşesaziyê, herwiha şewitandina madeyên ziyanbexş, qirêjbûna hewayê bûye yek ji mezintirîn metirsiyên jiyana mirov ku gefê li “tenduristiya mirov û ajal û balinde û rûwek û hemû zindiyan dike.
Di Roja Cîhanî ya Hewaya Paqij de, divê giringiya parastina hewayê û kêmkirina sedemên qirêjbûna jîngehê bibe bangawaziyek ji bo hemû tak û saziyan, da ku bi hevbeşî di rêya jîngeheke paqijtir û paşerojeke tenduristtir de gavên berçav bavêjin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wek saziyeke mirovî û civakî, baweriya wê heye ku xizmetkirina mirov tenê dabînkirina pêdiviyên seretayî nîne, belku parastina jîngehê û dabînkirina jîngeheke paqij û saxlem jî beşekî girîng e ji berpirsiyariyên civakî.
Ji vê rûyê ve, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya çalakiyên xwe yên mirovî û civakî de, giringiyê dide belavkirina hişyariya jîngehê û piştgiriya hewlên parastina jîngehê. Ji ber ku jîngeha paqij, bingehekî sereke ye ji bo civakeke tendurist û paşerojeke baştir ji bo nifşên bê.
Parastina hewaya paqij berpirsiyariyeke hevbeş e û destpêka vê berpirsiyariyê ji gavên biçûk ve dest pê dike; wek kêmkirina sedemên qirêjbûna hewayê, parastina daristanan û keskayiyan, zêdekirina rûwek û daran û bilindkirina hişyariya civakê.
Di roja 7ê Îlonê de, divê em hemû soza xwe nû bikin ku kar ji bo parastina jîngehê û hewaya paqij bikin, ji ber ku hebûna hewaya paqij, mafekî seretayî yê her mirovî ye û parastina wê, berpirsiyariyeke giştî ye û pêwîst e ji bo gihiştina wê armancê plan û projeyên me yên taybet hebin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dê berdewam be di piştgiriya hemû hewl û çalakiyên ku armanca wan parastina mirov, jîngeh û avakirina paşerojeke baştir ji bo civakê be. Bi taybetî ku li gor çavkaniyên WHO û UNEP:
%99ê nifûsa cîhanê li cihên dijîn ku kalîteya hewayê tê de ji asta rêkarên WHOyê xirabtir e.
6.7 milyon mirinên pêşwext di salekê de peywendiya wan bi qirêjbûna hewaya derveyî û navmalê ve heye.
Nêzîkî 2.4 milyar kes sûtemeniya qirêjker ji bo çêkirina xwarinê û germkirinê bi kar tînin.
Eger pengavên ciddî neyên avêtin, mirinên pêşwext yên girêdayî qirêjbûna hewaya derveyî dikarin heta sala 2050an zêdetirî %50 zêde bibin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest