Di çarçoveya berdewamiya hewlên mirovî û tenduristiyê yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) de, bi hevkariya Rêxistina MAIN a Norwêcî, di dîroka 07/09/2026an de, li Rêveberiya Nexweşxaneya Nanekelî li Hewlêrê, kongreyeke medyayî bi mebestа ragihandina gihiştina dermanê taybet bi nexweşên şêrpenceyê ji bo Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Dermanê (Lenalidomide 15mg – 20mg), yek ji dermanên kêmwêne da û girîng e ji bo hin cureyên nexweşiya şêrpenceyê, ku di vê maweyê de li nexweşxaneyên taybet bi şêrpenceyê li Herêma Kurdistanê berdest nebû.
Bi riya projeya hevkariya bijîşkî ya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi hevkariya Rêxistina MAIN a Norwêcî, 953 pakêt ji vî dermanî gihişt Herêma Kurdistanê û bi vî awayî hatin dabeşkirin:
Hewlêr: 388 pakêt
Dihok: 365 pakêt
Silêmanî: 200 pakêt
Her pakêtek 21 heb di xwe de digire û nirxê wê nêzîkî 6 milyon dînarên Iraqî ye.
Di kongreya medyayî de, Dr. Herdî Cewad Sabir, Rêveberê Nexweşxaneya Nanekelî, spas û rûmeta xwe ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî anî ziman û behsa giringiya vê pengavê di dabînkirina dermanê pêwîst ji bo nexweşên şêrpenceyê de kir.
Herwiha, Dr. Lezgîn Cemîl, Rêveberê Rêxistina MAIN a Norwêcî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, behsa hevkariyên berdewam ên di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Rêxistina MAIN de kir û amaje bi giringiya berdewambûna vê hevbeşiya mirovî û tenduristiyê da.
Dr. Ebas Azad, Berpirsê Yekeya Tenduristiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bilind nirxandina vê hevkariya kêmwêne da û bi sûd ya Rêxistina MAIN, behsa pêwîstiya dabînkirina van cure dermanan kir, tekezî li ser wê yekê jî kir, ku hişyarkirin û girtina rêkarên xweparastinê ji tûşbûna bi vî cure nexweşiyan divê giringiyeke temam pê bê dayîn, wî ew yek jî xist holê ku her di vî warî de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Soranê hemletekî hevbeş û berfireh dest pê kirine.
Ev kongreya medyayî bi amadebûna Ferzîn Begzade, Serpereştyarê Beşa Ragihandin û Peywendiyan û Beşa Yasayî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Stav Aso Rêveberê Nivîsîngeha Dezgehê li Hewlêrê û Dr. Ebas Azad, Berpirsê Yekeya Tenduristiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hat lidarxistin.
Dabînkirina vî dermanê kêmwêneyê da, beşek e ji hewlên berdewam ên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo piştgiriya kerteke tenduristiyê û alîkariya nexweşiyên demdirêj ên nexweşan, bi taybetî wan nexweşên ku pêdiviya wan bi derman û dermankirina taybet heye.












