DEZGEHA XÊRXWAZIYA BARZANÎ BI FERMÎ LI BRÎTANYA WEKÎ RÊXISTINEKE XÊRXWAZIYÊ MUHLETA KARKIRINÊ WERGIRT

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi fermî ji aliyê Komîsyona Rêxistinên Xêrxwaziyên Brîtanya ve muhleta karkirinê bi dest ve anî û li vî derbarî de ragihandineke belavkir ku eve jî naveroka wê ye:

Li çarçêweya girîngîdana pêgeha navdewletî û bi hêzkirina peywendiyên li navbera dezgeh û rêxistinên navdewletî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi qonax û plana dariştî kariye bibê navekî naskirî li ser asta navdewletî. Ji niha de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî rêxistineke Kurdistanî û niştimanî bandoreke bi hêz li navxwe û li ser asta navdewletî de heye.
Awayê karkirina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li navçeyekî pir li kêşe û girift li gor standardên navdewletî û bi bêyê cûdakariya li navbera (netewe, ol û ideolojiyên siyasî) wiha kiriye, bibê cihê têr ramana rêxistin û navendên cîhanî, li nûtirîn destkeftê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi fermî muhleta karkirinê ji aliyê Komîsyona Rêxistinên Xêrxwaziyên Brîtanya pê hatiye bexşîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl dide xizmeteke zêdetir bi civaka Kurdistanî li Brîtanya û welatên dinê Ewrupa bike, Li heman demê de jî dezgeh li rêya palpiştî û hevkariya Kurdên derveyê welat, dikare xizmetên zêdetir û baştir bi Kurdistaniyan bike li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistan û cîhanê.
Diyare bi wergirtina muhleta Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka û Brîtanya û Endametiya dezgehê li Rêxistina ECOSOC ya ser bi Neteweyên Yekgirtî xizmetên zêdetir bi koçber û penaberên nîştecihên Herêma Kurdistanê û nîştecihên Herêma Kurdistanê bi giştî dike.
Bi vê helkeftê ve pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û dostên me yên li hemû cîhanê dikîn.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

13/4/2020

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest