HATINA PENABERAN BI RÊJEYA SEDÎ 16 ZÊDE KIRIYE

 

Hatina penaberên Rojavayê Kurdistanê ya Herêma Kurdistanê berdewame û rojane nêzîkî 100 kes li rêyên neyasayî ve rû li Herêma Kurdistanê dikin.

Aloziyên li welatê Suriye zêdetir dibin û eve jî sedemeke ji bo koçberbûn û zêdebûna rêjeya hatina penaberan ya Herêma Kurdistanê.

Li yek mehê da rêjeya hatina penaberên nû ya Herêma Kurdistanê li sedî 16 zêde kiriye. Li meha yekê îsal da 1200 penaberên nû rû li Herêma Kurdistanê kirin û li meha dû da rêje bilindbûnê bi xwe ve dîtiye û 1412 kes gihîştîne sînorên Herêma Kurdistanê.

Rojane hejmara hatina penaberên nû li hilkişanê daye û tê pêşbînî kirin li çend rojên nû da li gel berdewamiya alozî û girjiyên navçeyê û bi taybetî li Suriye, jimareyeke zêdetirê penaber hewl bidin li rêyên neyasayî ve rû li Herêma Kurdistanê bikin.

Sêyemîn pel û şepola hatina penaberên Rojavayê Kurdistanê ya Herêma Kurdistanê li rêkefta 14ê cotmeha sala par ve destpêkir û heta dawiya meha dû ya îsal 21.460 kes li wargehên Herêma Kurdistanê hatine nîştecîhkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest