Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî Konsolxaneya Çînê kir

Bi mebesta derbirîna hevxemiyê beranber belavbûn û pêketin û can ji destana welatiyên Çînê ji ber virusa Korona, şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Konsolxaneya welatê Çîna Mîllî ya li bajarê Hewlêrê kirin.

Li rêkefta 02.03.2020 bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna rewşa nîştecihên welatê Çînê û her wiha hewlên wî welatî ji bo rûbirûna zêdenekirina virusa Korona û heman demî de derbirîna hevxemiyê ji bo qurbaniyan, şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Serokayetiya Karzan Nurî Berpirsê Beşa Program û Peywendiyan serdana Konsolxaneya welatê Çîna Mîllî li bajarê Hewlêrê kirin û ji aliyê birêz Ni Ruchi Konsolê Giştî yê wî welatî ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Li hevdîtina di navbera her dû aliyan de şanda Dezgehê, pirse û sersaxiyê û hevxemiya xwe pêşkêşî Konsolxaneyê kir û palpiştiya Dezgehê ji bo welatê Çînê derbirî û hêvî xwest bi zûtirîn dem çareseriyeke guncav ji bo vê nexweşiyê bê peydakirin û mirovayetî parastî bê.

Li beranber da Konsolê Giştî yê welatê Çînê ji bo palpiştiya wan spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û eve jî ragihand ku xweşbextane ji niha de rêjeya pêketiyên vê virusê li kêmbûnê daye û amadekariyeke baş li welatê wan ji bo rûbirûbûn û belavnebûna virusê hatiye kirin amadehiya xwe ya tevahî jî ji bo hevkarîkirina kerta tendirustiya Herêma Kurdistanê ya bi navê rêgirîkirin û xweparêziya pêketina virusa Korona derbirî.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest