Konsolê Koriya Başur serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Rêkefta 17.02.2020 birêz CHOI Kwangjin Konsolê Koriya Başur li Herêma Kurdistanê, serdana birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Li hevdîtinê de rewşa mirovî ya navçeyê bi giştî û proje û çalakiyên hevbeşên her dû aliyan hate nirxandin.

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rolê welatê Koriya Başur li hevkariyên miroviyan yên ji bo penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Her dû alî tekez li ser ser berev pêşvebirina karên hevbeş kirin û birêz CHOI Kwangjin got: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevbeşekî guncawe ji bo encamdana karên hevbeş li gel Koriya.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest