KITÊBXANEYA ÇAKSAZÎ LI GIRTÎXANEYÊN HERÊMA KURDISTANÊ HATE VEKIRIN

Bi serpereştiya Birêvebiriya Giştî ya Çaksaziya Herêma Kurdistanê û bi sponserî û hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya vekirina Pertûkxaneya Çaksaziyê li girtîxaneyên Herêma Kurdistanê hate ragihandin.

Rêkefta 24.08.2019 li vê çarçêweyê da Pertûkxaneyek li Birêvebiriya Çaksaziya Jinan û Zarokên Hewlêr hate vekirin ku zêdetirê 5 hezar kitêb li xwe digrê û ji bo bendkiriyan tê dabînkirin.

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li konferansekî rojnamevanî da ragihand: “Hêvî dikîn ku kitêbxaneya girtîxaneyan tenê cihê kitêb xwendinê nebin, belku navendeke lêkolînê bin ji bo wan kesên ku li girtîxaneyê dane. Hêvîdarîn ev kitêbxane bibin cihê guftûgoya cîddî û proje û derfet birexsênê, xelk ji zanîngeh û navendên din bên û guftûgo li gel zîndaniyan bikin”. Li berdewamiyê de got: “Em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xweşhal û serbilindîn ku li bicîhkirina vê projeyê da rola me heye û her li destpêka dirustbûna vê dezgehê, eve yek ji xwestên serekiyên me bûye ku çawa bikarîn bibîn pirek li navbera xelkê dewlemend û xêrxwaz xelkê hejar heta bikarîn valahiyan pir bikin”.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Em soza ewe jî didîn ku li bicîhkirina projeyên bi vî awayî de berdewam bîn, ji ber ku eve daxwaza serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye û ji bo mebestê xêrxwazî û yarmetiya xelkê hatiye damezrandin, lê belê bi sedema rewşek ku hatiye pêş û ev hejmara zêdeyê koçber û penaberên ku rû li Herêma Kurdistanê kirin, wiha kir ku rola vê dezgehê bi van cûre çalakiyan da kêmtir tê dîtin û zêdetir kar li ser çalakiyên mirovî û xizmeta koçber û penaberan bikîn”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest