AGAHDARÎ! HELMETEKÎ PIZÎŞKIYA XÊRXWAZIYÊ BIREVEDIÇE

Komek pizîşkên Hîndî li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dûyemîn care helmetekî xêrxwaziya çareserkirina nexweşiyan birêvedibin.

Ev helmet taybete bi nexweşên kêmderamet û birîndarên şerê Da’îş ku bê beranber ji aliyê komek pizîşkên pîspor ve pişkinîn û çareseriyê werdigrin.

Li vê helmetê de doktorên van pîsporiyan çareseriyê pêşkêşî nexweşan dikin:

1- Nexweşiyên Dil – Navsalan

2- Nexweşiyên Dil – Zarokan

3- Nexweşiyên Şêrpençeya xwîn

4- Birbira pişt

5- Cumgekan

6- Gurçîlik û Mîzero

7- Neştergeriya ciwankarî ji bo birîndarên şerê Da’îş

8- Didan

Nexweş dikarin ji bo nav nivîsînê li rêkefta 07.03.2019 heta kû 09.03.2019 demjimêr 9ê sibehî heta 15ê piştî nîvro serdana nivîsîngeha serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê bikin.

Ji bo zanyariyên zêdetir peywendiyê bi vê hejmara telefonê bikin: 07502381111

Têbînî: Nav nivîsîn tenê ji bo wan kesane ku rewşa aboriya wan nebaşe û li rêya lîjneyeke taybet ve rewşa aboriya berbijêran tê yek alî kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest