DEZGEHA XÊRXWAZIYA BARZANÎ BEŞDARÎ KONFERASA AŞTIYÊ LI LONDONÊ DIKE

Li ser vexwendina Komelgeh û Damezraweya Ehmediye, birêz Awat Mistefa Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarî li konferansa salaneya aştiyê li Londonê kir.

Konferansa Aştiyê li rêkefta 9ê meha 3 ya hemû salek birêvediçê û îsal jî bi amadebûna beşekî ber bi çav ya endamê Parlemenên Brîtanya, Wezîr û parêzgerên Başurê Brîtanya, Nûnera 13 welat û çendîn kesayetiyên mezinê Dêr û Kiniş(Sînagok) û kesayetiyên bilindên ola Hîndû û Sîx û Buziyan û zêdetirê 300 kesayetiyên damezraweyên Ehmediye û çendîn mîhvanên din birêveçû.

Li konferansê da tîşk xistin li ser pêdiviyên bi lez ya aştiyê li hemû cîhanê da.

Li gotara vekirina konferansê da bi xêrhatina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û li gotara birêz Xelîfe Xulam Ehmed Serokê Damezraweya Ehmediye li Cîhanê, balkişandin li ser mafên Kurd li Rojhilata Navîn.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî peywendiyeke baş û bi hêz li gel rêxistinên cîhaniyên li ser bingeha karê mirovî û bawer bûna bi mafên hevdû heye û hewl jî didin dawakarî û êşên xelkê Kurdistanê bi cîhanê baştir bêne naskirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest