Bi beşdariya Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kombûna hilbijartina Serok û desteya rêxistina Sphere li Cenev birêveçû.
Li rêkefta 05.11.2018 birêz Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Balyozê DXB li baregeha serekiya Sphere li Cenev, beşdarî konferansa giştî ya salaneya Sphere kir.
Li çarçêweya konferansê da hilbijartin ji bo Serok û Desteya nû ya Sphere hate encamdan, ji bilî li hilbijartina desteyekî nû ji bo birêvebirina karubarê rêxistina Sphere, çend rêxistinek jî wekî şêwirmendê bilind ji bo rêxistin û hemahengiya rêxistina navbihurî hate dest nîşan kirin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar ji bo bi cîhkirin û çespandina prensîpên yasayên miroviyan li dema rûbirûbûna qeyranan dike û erkê şêwirmendiya bilind ji bo çend salên pêş ya rêxistinê li vê konfesansê da pê hate spartin.
Li vê konferansê de 20 rêxistin û li seranserê cîhanê mafê dengdan û dest nîşan kirina desteyê û Serokê nû yê Sphere heye ku DXB jî yek ji van rêxistinane.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî endamê herdemî ya rêxistina Sphere û li heman demê de jî hemahengê karê vê rêxistinêye li Iraqê da.