Tîmekî pizîşkî Amerîkî ji bo çareserî û pişkinîn û neştergeriyê serdana Kurdistanê kirin

Ji bilî vekirina xula hatina hawara bi lez, dehan neştergeriyê giran bi bê beranber encam didin
Bi hemahengiya di navbera (Zanîngeha Amerîkî Kurdistan-Dihok, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Wezareta Pêşmerge, Birêvebiriya Giştî ya Tendirustiya Dihokê) li rêya tîmekî berfirehê pizîşkên pîspor li nexweşiyan û neştergeriyê bi mebesta encamdana kar û çalakiyên bi bê beranber serdana Herêma Kurdistanê kirin û zêdetirê karên wan jî li tixûbê parêzgeha Dihokê dibe. Ev tîm bi hevkariya çend rêxistinek heta 20 rojan çalakiyên tendirustî û pişkinîn û neştergerî û pêdana çareseriyê bi nexweşan birêvedibin.

Hemahengiya rêxistin û saziyên îdarî

Li rêkkefta 11.11.2018 tîmekî berfirehê pizîşkên biyanî yên pîspor serdana Herêma Kurdistanê kirin û ji aliyê rêxistina (GSMSG)a Amerîkî ve hemahengî ji bo wan hate kirin û hejmara wan (41) pizîşke ku pîsporiya wan li (pizîşkên neştergeriya giştî û neştergeriya Dil û Sing, pizîşkê neştergeriya şikan, pizîşkê mejî û demar, pizîşkên pîsporê nexweşiyên jinan, pizîşkê pîsporê Troma û rûdanên ji nişka ve, pîsporên tîşk û pîsporên ciwankarî “Plastîk”, pîsporê nexweşiyên hinav û şêrpence û li gel grupek perestarên pîsporê Hatina Hawarê û serbazî… hwd).

Pêşwazîkirina şandê
Li gel gihîştina şanda bilinda pizîşkên Amerîkî li Herêma Kurdistanê, raste rast beşekî zêde berev parêzgeha Dihokê birêketin û li wî bajarî semînerek ji bo wan hate rêkxistin ku têda her yek ji parêzgerê Dihok û Berpirsê Nivîsîngeha Dihokê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nûnerê rêxistina (GSMSG) ya Amerîkî gotarek pêşkêş kirin.

Parêzgerê Dihokê: Li sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema şerê dasepandiya Da’îşê ve bi hezaran birîndar hene ku pêwîstiya wan bi çareserî û neştergeriyê heye.

Ferhad Etruşî Parêzgerê Dihokê tîşk xiste li ser girîngiya hatina vê tîma pizîşkî ku bê beranber xizmeta nexweş û birîndarên şerê Da’îş û xelkê hejar û kêmderamet dikin. Her wiha tîşk xiste li ser rêjeya birîndarên şer li sînorê parêzgeha Dihokê ku bi sedema şerê dasepandiya Da’îş ve bi hezaran birîndar hene ku pêwîstiya wan bi çareserî û neştergeriyê heye. Li mijareke dinê axaftina xwe de parêzgerê Dihokê balkişand li ser wê yekê ku gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina (GSMSG) a Amerîkî û Zanîngeha Amerîkî Kurdistan-Dihok û Wezareta Pêşmerge dikin ji bo rêxistina vê helmeta mezina li Herêma Kurdistanê.

Abdulwahîd Emîn Selîm: Kerta Tendirustiyê li Kurdistanê da pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya rêxistinên cîhaniye heta ku li gor şiyanên xwe hevkariya kertê tendirustiya Herêma Kurdistana Iraqê bikin.
Her li vê semînerê da Abdulwahîd Emîn Selîm Berpirsê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Dihokê tîşk xiste li ser kar û çalakiyên xêrxwazî û miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li seranserê Kurdistanê û navçeyên dinê Iraqê û balkişand li ser wê yekê ku DXB bi bê cûdahiya olî û neteweyî û zimanan kar ji bo xizmetkirina mirovayetiyê dike. Her wiha balkişand li ser kerta tendirustiyê ku li Kurdistanê da ev kert pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya rêxistinên cîhaniye heta ku li gor şiyanên xwe hevkariya kerta tendirustiya Herêma Kurdistana Iraqê bikin. Li dirêjahiya axaftina xwe de Berpirsê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Dihokê balkişand li ser hatina vê şanda bilind ku ji 41 pizîşkên pîspor yên li warên cûda yên nexweşî û neştergeriyê pêkhatine û bi pêwîst jî zanî hewleke zêdetir ji bo rakêşana pizîşkan li Kurdistanê ji bo çareserkirin û pişkinîn û neştergeriya kêmderametan û nexweşên demdirêj û encamdana neştergeriyê ku pêwîst nake nexweş bişînin derve.

Dr. Sîrwan Mihemed: Ev tîma pizîşkî neştergeriyên giran encam didin

Di dema pêşkêşkirina gotarek da Dr. Sîrwan Mihemed Nûnerê Birêvebiriya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Dihokê tîşk xiste li ser giringiya hatina vê şanda pizîşkî û ragihand: Ev hejmara nexweşên ku biryare li vê helmetê da bêne hevkarî kirin li nexweşxaneya Azadî ya Dil, têda 20 nexweş neştergeriya dil encam didin. Her wiha li nexweşxaneya ciwankarî û şewatê 50 nexweş hatine amadekirin ji bo neştergeriyê her wiha li nexweşxaneya Azadî zêdetir 100 nexweş heye kar li ser tê kirin. Li Nexweşxaneya Ji Dayikbûna Dihokê 50 nexweş heye çaverêya vê tîma pizîşkiye pişkinîn û çareseriya wan bikin li gel eve da jî rêjeyekî ber bi çav li Pêşmergeyên birîndarê şerê terorîstên Da’îş çareserî û pişkinîn ji bo wan tê kirin.

Dr. Aron Apstayn: Rahênanê bi pizîşkan dikin

Dr. Aron Apstayn damezrênerê Grupa (GSMSG) ya Amerîkî gotarek pêşkêşkir û têda balkişand li ser wê yekê ku karê vê grupa tenê çareserkirin nîne, belku rahênana pizîşkên navxweyî ya Herêma Kurdistanê ye jî, karê me li paşarojê û niha de jî bandoreke berdewam li rûyê pêdana zanista nû li warê pizîşkî ya hevbeşên me bi cîh dihêlîn û em dixwazin ev hemahengî berdewam bê.

Çalakî çawa têne encamdan?

Karê serekî ya vê grupê pêkhatiye ji encamdana neştergeriyê ji bo birîndarên şerê Da’îş û nexweşên kêmderamet divê li sînorê Parêzgeha Dihokê, ev helmet bi hevkarî li gel Birêvebiriya Giştî ya Tendirustiya bajar bê encamdan, ku tê çaverê kirin rêjeyekî ber bi çavê nexweşan li dema mayina tîmê pizîşkî ve bêne çareser kirin.
Her li Parêzgehê Dihokê li Zanîngeha Amerîkî Dihok semînerekî zanistî di derbarê pêşketinên warê neştergerî û çareseriya pizîşkî de encamda.
Li çarçêweya plana karkirina tîmên pizîşkî ya Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Dihokê ji aliyê 5 pizîşkên rawêjkar ve hefteyek karê bînîn û çareseriya nexweşên kêmderamet bi bê beranber encam didin. Heman demî de xulekî hatina hawara haletên ji nişka ve ji bo hêzên Pêşmerge û Zêrevanî hate vekirin ku têda rahênan di derbarê çawayiya hatina hawara bi lez ya ji bo birîndaran û pêdana çareseriyên destpêkî xistin rû û li gel vekirina xulên pizîşkî taybet ji bo perestar û yarîdederên pizîşkî.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest