Rêzdar Mesrur Barzanî pêşwaziya Birêveberê Rêxistina GSMSG kir

Rêkefta 17.11.2018 bi mebesta agahdarbûna ji projeya hevbeş ya rêxistina GSMSG ya Amerîkî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Amerîkî li Dihok, rêzdar Mesrur Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya birêz Aaron Epstein Birêveberê Rêxistina Amerîkî kir.

Li serdanê da behsa çawayiya birêveçûna projeyê kirin û mekanîzma dîtina nexweşan û encamdana neştergerî û rahênana pizîşkî ji aliyê pîsporên warê pizîşkên Amerîkî xistin rû.

Rêzdar Mesrur Barzanî spasî rêxistina GSMSG ya Amerîkî kir û hêvî xwest bikarin bi bandor bin bi navê binyatnana sîstemekî baştir ya tendirûstiya li Kurdistanê da.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşiya rêxistina GSMSG, Zanîngeha Amerîkî li Dihok, Birêveberiya Tendirustiya Dihokê û Wezareta Pêşmerge, projeyekî hevbeş ya tendirûstiyê birêvedibin û li projeyê da 42 doktor û pîsporên pizîşkî yê Amerîkî pişkinîn û neştergeriyê ji bo nexweşên kêmderametên li Herêma Kurdistanê da dikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest