Bi sedema lehiya li qezaya Şergata ser bi parêzgeha Selaheddîn zêdetirê 3000 xanî li bin avê ketin û 12 kes jî canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî koçber bûn.
Beşa hevkarî û hatina hawarê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi daxwazên lêqewimiyan ve diçe û rêkefta 25.11.2018 hevkariya hatina hawara li lez digihîne qezaya Şergat.
Li gor nûçeyên medyayê de belav bûye asta avê li qezayê 1 metir bilind bûye û li hinek cîhan tevahî xanî bin avê ketine. Bi sedema lehiyê zêdetirê 5000 kes koçber bûn û 12 kes canê xwe ji dest daye ku gelek ji wan kesan zarok û jinin