Li ser raspardeya Serok Barzanî, DXB hevkarî digihîne 1000 malbatên lêqewimiyên lehiya li parêzgeha Nînowa

Musa Ehmed: Me nivîsîngehên xwe yên li bajarên Kurdistanê raspardiye dest bi navnivîsîna wan malbatan bikin ku bi sedema lehiyê ziyan li ber wan ketine.

Rapor: Zanko Mihemed

Piştî ku roja înê ya 07.12.2018 Zuhêr Erecî Qaymeqamê bajarê Mûsilê, daxwaz ji Serok Barzanî kir ku bi alîkariya bajarê Mûsilê ve biçê û yarmetiya koçberan û xelkê lêqewimiyan bide ku bi sedema lehî û baranbarîna vê dawiyê tûşî ziyanê hatine û hejmarekî zêdeyê malbatan ziyanmendbûn û koçberbûn. Paşê Serok Barzanî li ser wê daxwaziyê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî raspart, ku bi awayeke lezgîn bi hana koçber û lêqewimiyên lehiya vê dawiyê ya bajarê Mûsilê ve biçin.

Lehî dû wargehên koçberan ji nav bir

Bi sedema baran barîna zêde ku çend rojeke navçeyên Herêma Kurdistan û Iraqê girtiye, rûdanên siruştiyên wekî lehiyê dirustbû û jiyana hezaran kesan xist metirsiyê. Di vê demê de parêzgeha Nînowa beşa zêdeyê lehiyê li ber ket û têda li her dû wargehên (Nemrud û Selamiye) nêzîkî 1600 malbat ziyanmendbûn û mal û halê wan ya li nav konan de lehiyê bir. Li vê çarçêweyê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştiya raspardeya Serok Barzanî ji bo bihanaveçûna lêqewimiyên lehiyê, bi lez tîmekî mezin ya karwanekî hevkarî û alîkarîkirina bi lez ku pêkhatibû ji (xoreka bi lez, paketên tendirustiyê, ava vexwarinê, ciluberg) gihandin nîşteciyên konên wargeha (Nemrûd û Selamiye) û dabeş kirin.

Hevkariya ziyanlêketiyan dikîn

Li vê çarçêweyê da birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Em berdewam bi hanaya wan malbat û kesan ve diçîn ku rûbirûyê karesatên sirûştî û lehiyê dibin. Li gel hatina demsala zivistanê da, li çend navçeyekî Herêma Kurdistan û Iraqê lehiyê xelkê navçeyê ziyanmend kiriye, ji bo wê yekê di destpêka hewla me ya hatina hawarê li Şêxan û wargeha Domiz û parêzgeha Dihokê bû ku hevkarî û pêdiviyên navmalan, ji bo ziyan lêketiyan dabînkir. Paşê li bajarokên Mendelî û Şergat û Hacî Omeran û Çoman bi heman awayî lehiyê rûda û bi vê sedemê jî sedan malbat rûbirûyê koçberiyê bûn. Ji bo wê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi erkê xwe zanî bi hanaya lêqewimiyan ve biçê û bibê cûdahî hevkarî û pêdiviyan pêşkêş kir. Her wiha li salên derbasbûyî jî li devera Germiyan bi heman awayî me hevkarî pêşkêşî ziyanlêketiyên lehiyê kiriye. Her wiha dixwazim eve jî li bîr bînim ku me li sala 2013 mezintirîn karwana hevkariya xorekî û nexorekî gihande ziyan lêketiyên lehiyê ya li parêzgehên Zîqar û Mîsan û Wasît û me hevkarî pêşkêşî 750 malbatên ziyanmendên lehiyê kir.

Hevkarîkirina 1000 malbatan

Di derbarê van hevkariyên ji bo parêzgeha Nînowa, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Piştî wê yekê ku ji aliyê Qaymeqamê Navendî ya Parêzgeha Nînowa hawarnameyek ji bo Serok Barzanî şand ku wan pêwîstiyeke zêde bi hevkariyê heye û dû wargehên koçberan li bin lehiyê de mane û ziyan bi wan gihandiye û xelk koçber bûne, ji bo wê yekê piştî raspardina cenabê Serok Barzanî ji bo vê erkê, tîmên me ketin amadebaşiya bi navê gihandina hevkariya bi lez ji bo lêqewimiyan. Ji bo wê yekê îro ev hevkariya ku pêkhatiye ji paketên xorekê, paketên tendirustî, ciluberg, ava vexwarinê, wekî hevkariya hawar hatinê pêşkêşî lêqewimiyên her dû wargehên Nemrud û Selamiye dikîn ku hejmara wan 1000 malbat dibe.

Ji bo navxweya Kurdistanê çi tê kirin?

Di derbarê gihandina hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo her malbatek ku bi sedema lehiyên li navxweya Kurdistanê ziyan pê bigihe, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Erkê me ye xizmeta mirovayetiyê bikîn, bêguman li navxweya Kurdistanê jî bi sedema lehiyê rûdanên cûr bi cûr lêketiye, ji bo wê yekê hemû Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajaran hatine raspardin bi hemahengî li gel saziyên mîrî û îdariyan dest bi navnivîsîna wan malbatan bikin ku ziyan li ber wan ketiye, bo ku bi zûtirîn dem hevkariyê pêşkêşî wan bikîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest