Hevkariya xorekî gihandin wargeha Leylan 1 ya li Kerkûkê

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha LDS ya Amerîkî hevkariya xorekî û paketên tendirûstiyê gihandin 14 malbatên kerentînekirî û li wargeha Leylan yek ya taybet bi koçberên Iraqiyên li parêzgeha Kerkûkê.

Rêkefta 18.08.2020 ji ber belavbûna virusa Korona li wargeha Leylan 1 ya koçberan li parêzgeha Kerkûkê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha LDS ya Amerîkî li ser daxwaza rêxistina WFP hevkariya xorekî û tendirûstiyê gihandin 14 malbatan ku li wê wargehê de hatibûn kerentîne kirin.

Ev çalakiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel rêxistina Bluemount ku îdareya wargeha Leylan 1 dike birêveçû.

Wargeha Leylan 1 li meha 9 ê sala 2014 hatiye damezrandin û niha nêzîkî 1400 malbatên koçber têda nîştecihe, ev wargeh ji bo nîştecîhkirina koçberan ku ji ber şerê Da’îş ve navçeyên xwe bi cîh dihêştin hatiye damezrandin û heta niha ew malbat li wir da mane.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest