Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina ICFM amêrê pizîşkî û pêdiviyên tendirûstiyê pêşkêşî tendirûstiya parêzgeha Dihokê kir.
Rêkefta 08.05.2019 bi mebesta palpiştîkirina kerta tendirûstiyê li Herêma Kurdistanê, 12 amêrên pizîşkî ji bo şûştina kuliye û çendîn amêr û pêdiviyên dinê tendirûstiyê pêşkêşî tendirûstiya Dihokê kirin.
Pêdiviyên wan ji aliyê rêxistina ICFM û li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatibûn dabîn kirin û bi mebesta xizmetkirina nexweşan li Kurdistanê li nexweşxaneyên parêzgeha Dihokê da sud jê tê wergirtin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam hevkariya kerta tendirûstiyê li Herêma Kurdistanê da kiriye û bûye pirekî peywendiya li navbera nexweşxaneyên Kurdistanê û rêxistinên alîkarbexşan.