Çareserî û pişkinîn ji bo sedan nexweşên pişt, hestî, dil û şêrpence hate encamdan

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û kompanya Cîhan ya pizîşkî çareserî û pişkinînê ji bo sedan nexweşên pişt û hestî û dil û şêrpence encamdan.

Rêkkefta 21/04/2019 li nexweşxaneya Rojavaya Hewlêrê civîneke rojnamevanî ya Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nûnerê Kompanya Cîhan ya pizîşkî di derbarê anîna tîmekî pizîşkên pîspor ji welatê Hîndîstanê bi mebesta encamdana pişkinîn û çareseriya bi bê beranber ji bo kêmderametan encamda. Li civîna rojnamevaniyê da Musa Ehmed Serokê DXB balkişand li ser wê yekê ku wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewldane bi awayeke berdewam li warên cûda cûda da karên xêrxwazî û mirovî encam bidin. Demeke kerta tendirustiya dezgeha me, mijulî vê projeyêne û spasî kompanya Cîhan ya pizîşkî dikin ku li vê projeyê da palpiştiyê kirin û her wiha spasî nexweşxaneya Simsa welatê Hîndîstanê dikin ku bi komek pizîşkên pîspor hevkarê vê projeyê bûn. Vê projê de zêdetirê ji 395 pişkinîn hatiye kirin ji bo wan nexweşên ku nexweşiya pişt û lingê wan hebûye li gel nexweşiyên dinê dil û cumge û hwd ku navê wan hatine tomarkirin dest bi çareserkirina wan tê kirin.

Berpirsê Kompanya Cîhan ya pizîşkî tîşk xiste li ser projeyê û ragihand: Li vê projeyê da nexweşiyên dil û şêrpence û çok(ejno) û pişt pişkinîna wan hate kirin li gel tîşk û pişkinîna taqîgeha bi bê beranber hatiye encamdan. Gelek spasî DXB ji bo dabînkirina nexweşên bi bê cûdahî ji bo vê projeyê ku bi awayeke helmetek birêve diçê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest