Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha LDS ya Amerîkî bi mebesta dabînkirina ava vexwarinê ji bo xelkê Lalîş li Şêxan projeya komgehekî(depo) avê bi dawî anî, ku li yekem roja cejna Cemaya Êzîdiyan da hate vekirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha LDS ya Amerîkî li Herêma Kurdistanê da gelek projeyên hevbeş bi cîhkirine û li paşarojê de pêkve zêdetir berdewam dibin li xizmetkirina xelkê Kurdistanê û koçber û penaberan. Li çarçêweya projeya xêrxwaziyên van her dû rêxistinan da dirûstkirina komgeha ava paqij ji bo dabîn kirina avê ji bo xelkê Lalîş û dewrûbera wê ket warê bi cîhkirinê û li yekem roja cejna Cemaya Êzîdiyan da proje hate temam kirin.
Ev proje dikare zêdetirê 75 metir sêca avê bigrê ku têçûna wê zêdetirê 12 milyon dînar bû ku li projeyekî xêrxwazî da bi encam gihandin.