Hevkariya 5 malbatên ziyanberketiyê wargeha Behirke 1 kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Behirke 1 hevkariyê li ser 5 malbatên ziyanberketiyê rûdana agirketinê da dabeşkir ku ji ber agir malên wan şewitîbûn.
Piştî ku rêkefta 31.08.2021 li wargeha Behirke 1 rûdaneke agirketinê rûda û 3 kerevane şewitîn, xweşbextane her zu ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve agir hate kontrolkirin û hîç ziyaneke canî nebû.
Piştî rûdanê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cihê agirketinê paqij kirin û paşê dest bi dabeşkirina hevkariyê li ser wan 5 malbatên ku malên wan şewitîbûn kirin. Hevkarî jî pêkhatibû ji (Betanî, Balîf, qap û qaçax û paketên xorekê û tendirustiyê).

Share on facebook
Facebook
Share on email
Email
Share on twitter
Twitter
Share on linkedin
LinkedIn
Share on pinterest
Pinterest