Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha LDS ya xêrxwaziya Amerîkî li parêzgeha Nînowa hevkariya xwediyê pêdiviyên taybet kirin û Berpirsê Nivîsîngeha (BCF) li Nînowa tîşk xiste li ser girîngiya projeyên wan yê li wê parêzgehê.
Rêkefta 29.08.2021 li çarçêweya projeya xwediyê pêdiviyên taybet yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku bi hevbeşî li gel Dezgeha LDS ya xêrxwaziya Amerîkî encam didin, li parêzgeha Nînowa Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 26 kursiyên (Wheelcheir) û 6 kursiyên destavê û rêrew ji bo 32 kesayetiyê xwediyê pêdiviyên taybet li gel pêşkêşkirina waneyek li ser çawayiya bikaranîna amêran û belavokeke taybet bi çawayiya paqijkirina kereste û amêran hate dabînkirin.
Li vê derbarî de Esma Hesen Berpirsa Nivîsîngeha Nînowa ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya hevkariyên ji bo nîştecihên bajarê Musilê, piştî lêkolîn û tomarkirina xwediyên pêdiviyên taybet, li gor bernameyeke taybet rêje û cûreya kêmendamiyên wan diyar dikîn û paşê hevkariyan li ser wan da dabeş dikîn. Li vê projeyê da 32 kesayetiyê xwediyê pêdiviyên taybet li wergirtina kursiyên Wheelcheir û pêdiviyên din sûdmend dibin.
Li Nînowa 32 xwediyê pêdiviyên taybet hatin hevkarî kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest