PROJEYA NÛJENKIRINA XWENDINGEHAN LI NÎNOWA

Ev projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel Komeleya Hawar Hatina Kuweytî tê bi cîhkirin ku têda nûjenkirina sê xwendingeh li gundên sînorê parêzgeha Nînowa li xwe digrê ku ji van xwendingehan pêktê: Xwendingeha (Tel Elrîm) û xwendingeha (Xirabe car Allah) û xwendingeha (Nisif Tel).

Girîngiya vê projeyê li wir da xwe dibînê ku li kerta perwerdeyê de li navçeyên wêranbûyên piştî şer ku bi sedema wêranbûna xwendingehan proseya xwendinê li wan navçeyan rawestaye û xwendekar nikarin dirêjî bi xwendina xwe bidin. Bi cîhkirina vê projeyê wiha dike bi sedan xwendekar bikarin berdewamiyê li xwendina xwe û li cîheke tendirust da bixwînin.

Bi awayeke giştî li vê projeyê da karê nûjenkirina giştî ya sê xwendingehan tê encamdan, wate dirustkirina dîwar û sîstema kareba û av û danîna tankerên avê û dabînkirina mobîlyat û pêdiviyên dinê xwendinê.

Ev proje heta sê mehan tê bi cîhkirin û budçeya terxankirî ji (147,627)$ dolarên Amerîkî pêkhatiye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest