Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel Dezgeha GIZ a Almanî projeya av û avero û kolana bîra ava vexwarinê ji bo gundan bi cîh dikin. Proje li rêkkefta 01/06/2018 destpêkir û li (30/10/2018) temam bû, çalakî li çend navçeyekî sînorê parêzgeha Dihokê bûn û têda hejmareke zêdeyê malbatan sûdmendbûn ku li navçeya Sikrîn 350 malbat, Mangêş 70 malbat, Emînk 700 malbat û Rebenk 350 malbatin bi giştî li vê projeyê da 1470 malbat sûdmend dibin li hemû cîhan ku dike 7500 kes. Her wiha li vê projeyê da derfeta peydakirina hela kar tê rexsandin, gujmeya vê projeyê ji (290369041$) dolarên Amerîkî pêkhatiye û bi giştî projeyê da (7500) kes sûdmend dibin.
Heman demî de li projeyekî din da ku bi heman awayî li gel Dezgeha GIZ a Almanî li sînorê parêzgeha Dihokê birêve çû têda (390) malbat ku dike (2150) malbat ji projeya kolan û rakêşana lûle û boriyên ava vexwarinê û bîr lêdanê sûdmendbûn. Ev proje li rêkefta 11/01/2018 heta 28/02/2018) berdewam bû û bi gujmeya (400005) Euro ji bo wê hatiye terxankirin. Li vê projeyê da hela kar ji bo (266) kesan hatiye rexsandin ku heta (45) roj li projeyê da kar kirine.