Yek ji projeyên dinê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku bi hevkariya hejmarek ji rêxistinên cîhanî li nav wargehan da encam dide, projeya dirustkirina navendên rewşenbîrî û hunerî û civakiye. Ev proje li zêdetirê wargehên koçber û penaberên li sînorê parêzgeha Hewlêr û Silêmanî û Dihok hatiye bi cîhkirin. Armanca vê projeyê dûrxistina koçber û penaberane ji wê rewşa nexweşa ku di dema koçberiyê da rûbirû bûne û her wiha mijulkirina wan bi îş û karekî nû û derxistina şiyana wan li rêya wan xul û bernameyên ku li navenda da hatine pêşkêş kirin. Her wiha derfetekî girînge ji bo peydakirina hela kar, wate beşekî zêdeyê nîştecihên wargehan li rêya beşdarbûna wan li xul û rahênanan da dikarin bibin xwediyê pîşeyekî taybet bi xwe.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hewla dirustkirina hemahengî û şiyankirina civakê dide, her ji ber vê sedemê jî DXB 22 navendên civakî heye ji bo rahênana pîşe, fêrkirina zarokan, xula sertaşîn û hişyarî, bi taybetî li wargehên penaberan û koçberan. Zêdetirê çalakiyan ji aliyê DXB ve têne birêve birin. Li gel ewe da jî hinek hevbeşên navendan hene ku hevbeşiyê li çalakiyan da dikin ku ew jî evin: Kuweyt, Rîlîf, PAO, Green Kids, JIM NET, Fire, Light Candle, Green Kids, JIM NET, Fire, Light Candle, UNICEF, Dutch Catholic Church, TDH, Goethe Institute, UPP, TGH, M Select, IOM, Bring Hope, Intersos, RCs, ACTED, Alamal, UNHCR, QUDRA, OIFP, Tuefen Swiss, IMOK. Hejmara çalakiyên hemû navendan ya sala (2018), (783) çalakî bûn û (148،178) kes sûdmend bun.