Rapora çalakî û hejmara sûdmendên li meha 7ê 2021

Rapora çalakî û hejmara sûdmendên li meha 7ê 2021

Li meha 7 da me çi kiriye?

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li meha 07.2021 li gor amar û hûrgilî û datayan eşkere dike û li çarçêweya birêvebirina projeyan da xizmetê bi hejmareke ber bi çav ya li welatiyên navxweya Kurdistan û Iraq û koçber û penaberên wargeh û derveyê wargehan kiriye. Li gor zanyariyan bi giştî (288) proje û çalakiyên cûr bi cûr da (76.207) malbat ku ew jî dike (375.797) kes sûdmendbûn.

Amara nîştecihên wargehan

Li gor amarên dawî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hejmara nîştecihên wargehên tixûbê parêzgehên (Hewlêr, Dihok, Nînowa, Silêmanî û Îdareya Germiyan) pêkhatiye ji (65.187) malbatan ku dike (285.616) kesan. Ev hejmar li ser wargehan de dabeş bûn û hemû wargeh ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve têne îdarekirin û bi hevbeşî li gel Komîsyona Bilinda Penaberan û Navenda Hemahengiya Qeyranan ya parêzgehên Hewlêr û Dihokê.

Li gor hûrgilî û datayên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hejmara nîştecihên wargehan bi vî awayî dabeşbûne:

Parêzgeha Dihok li (29.638) malbat ku dike (159.326) kesan pêkhatine.

Parêzgeha Silêmanî li (4.400) malbat ku dike (19.619) kesan pêkhatine.

Îdareya Germiyan li (403) malbat ku dike (1.568) kesan pêkhatine.

Parêzgeha Nînowa li (21.255) malbat ku dike (61.673) kesan pêkhatine.

Parêzgeha Hewlêr li (9.491) malbat ku dike (43.430) kesan pêkhatine.

Kertên karkirinê li meha 07.2021

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya projeyên xwe da li (12) kertên cûda de (Birêvebirin û hemahengiya wargehan, parastin, perwerde, pêşxistin, penageh, tendirûstî, jiyanevanî, nexorekî, yarmetiya neqdîne, asayîşa xorek û av û avero û pêşxistina paqijiyê û kertên din da) xizmeta çînên civaka Kurdistanê û koçber û penaberan kiriye û bi giştî (288) çalakiyan encamdaye û bi vê sedemê hevkariyên cûr bi cûr pêşkêşî (76.207) malbatan ku dike (375.797) kesan kiriye ku zêdetirînê wan li kertê birêvebirin û hemahengiya wargehan bûye ku bi hevkarîkirina (308.455) kesan, li vê kertê de hevkar û hemahengiyeke bi hêz li gel rêxistinên xêrxwazî û miroviyan heye ku li nav wargehan da kar û çalakiyan encam didin.

Sûdmend kî bûn?

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kar û projeyên xwe da bi bê cûdahî kar li ser xizmetkirina çînan dike, li vê çarçêweyê da herdem hewl daye zêdetirîn malbat û kesên pêwîstî pê heyî ji projeyan da sûdmendbin. li gor (288) çalakî li meha 07.2021 da li gor cûra sûdmendan hevkariyê pêşkêşî (375.797) kesên sûdmend kiriye ku ew jî bi vî awayê xwarê buye:

Penaber, ew malbat û kesan li xwe digre ku wiha li wargeh û derveyê wargehan da nîştecihin, li vê mehê da hevkariyê pêşkêşî (16.676) malbat ku dike (75.285) kesan hatiye kirin.

Koçber, ew malbat û kesan li xwe digre ku wiha li wargeh û derveyê wargehan da nîştecihin, li vê mehê da hevkariyê pêşkêşî (53.896) malbat ku dike (274.433) kesan hatiye kirin.

Nîştecihên navxwe, ew malbat û kesên kêmderamet û nedaran li xwe digre ku li Herêma Kurdistanê da dijîn, li vê mehê da hevkariyê pêşkêşî (5.635) malbat ku dike (26.079) kesan hatiye kirin.

Sûdmend li gor Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi armanca gihandina alîkarî û hevkariya malbat û kesên kêmderamet, li bajarên (Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Nînowa) nivîsîngeh vekiriye û tîmên wê rojane li pêşwaziya wan çînan dikin ku bi mebesta navnivîsîn û hevkarîkirina serdana wan dikin.

Sûdmend li gor Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li meha 7.2021 bi vî awayê xwarê ye ku zêdetirînê sûmendan dikevin tixûbê Nivîsîngeha Navendiya Hewlêrê ku (211.168) kesan pêktê, ev rêje jî vedigere li ser hebûna hejmareke wargehên koçber û penaberan û heman demê de ew projeyên bi hevbeşî li gel xêrxwaz û sponserên li vê tixûbê de têne bi cîh kirin.

• Nivîsîngeha Dihokê, hemû sûdmendên li vê mehê da pêkhatiye ji (28.828) malbatan ku dike (146.986) kesan li hemû kertan da hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.

• Nivîsîngeha Silêmanî (1.000) malbat ku dike (4.325) kesan li hemû kertan da hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.

• Nivîsîngeha Kerkûkê (1150) malbat ku dike (5.817) kesan li hemû kertan da hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.

• Nivîsîngeha Nînowa (1.000) malbat ku dike (5.000) kesan li hemû kertan da hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.

• Nivîsîngeha Hewlêrê (43.729) malbat ku dike (211.168) kesan li hemû kertan da hevkarî pêşkêşî wan hatiye kirin.

Binkeyên Tendirûstî

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha koçber û penaberên tixûbê parêzgehên Hewlêr û Dihokê, Binkeyên Tendirûstiyê bi hevbeşî li gel rêxistinên cîhanî û welatên alîkarbexş vekiriye ku rojane pişkinîn û çareserî û derman ji bo nexweşan dabîn dikin. Li niha de li wargehan (Berdereş, Xazir, Hesen Şam) Binkeyên Tendirûstiyê hene û ew hemû hevkariyên li meha 07.2021 hatine encamdan têda (4.303) kes sûdmendbûn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest