Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derman û pêdiviyên pizîşkî gihande parêzgeha Musenna

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser raspardeya rêzdar Serok Barzanî karwaneke hevkariya pizîşkî ku zêdetir ji 50 cûre derman û keresteyên pizîşkî pêkhatibû li rêya tîmek ve gihande parêzgeha Musenna.

Rêkefta 09.08.2021 li çarçêweya kerta tendirustiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi navê xizmetkirina çîn û twêjên civaka Iraq û Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser raspardeya rêzdar Serok Barzanî, karwaneke hevkariya pizîşkî û dermanî gihande parêzgeha Musenna ku wan kêşeya kêm derman û pêdiviyên pizîşkî hebû. Di dema gihîştina karwana hevkariyan û şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji aliyê birêz (Ehmed Menfî Cude) Parêzgerê Musenna ve bi germî hate pêşwazî kirin û li hevdîtinek da tîşk xiste li ser wan kar û çalakiyan ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî koçberên başûr û navîna Iraqê ku li Herêma Kurdistanê da nîştecihin têne encamdan, heman demê de balkişand li ser wan kar û çalakiyên berdewam jî ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li parêzgehên dinê Iraqê da encam dane, li wan jî gihandina karwaneke mezina hevkariyê ji bo bajarê Basra û heman demê de dabeşkirina paketên xorekê li parêzgehên Selahedîn û Nînowa û Bexda û çend bajareke din.

Di derbarê dabînkirina derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo kerta tendirustiya parêzgehê, şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi bê cûdahî kar ji bo xizmetkirina mirovayetiyê dikin û ev proje jî li ser raspardeya rêzdar Serok Barzanî bûye ji bo xizmetkirina nîştecihên bajar ku rûbirûyê kêşeya kêm derman û keresteyên pizîşkî bûne û li vê karwana hevkariyê da zêdetirê 50 cûre derman û pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî yekîneyên îdariyên bajar kirin.

Li hevdîtinê de ku birêzan Weys Celîl, Îsmaîl Abdulezîz Endamên Desteya Kargêrî li gel karwana hevkariyê bûn, ji aliyê parêzgehê bajar ve bi navê xelkê bajar rêzgirtin û spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rola girîngê vê dezgehê ya ji bo xizmetkirina çîn û twêjên Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest