Bi amadebûna Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Eqîdê Mafperwer Nalî Newzad Birêveberê Berevaniya Şaristaniya Parêzgeha Hewlêrê, li rêkefta 03\07\2025 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li Hewlêrê xula rahênana hawarçûna bi lez ji bo tîma bersîvdana bi lez ya parêzgeha Hewlêrê û tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi dawî hat.
Xul heta sê rojan berdewam bû û 40 kes (20 karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û 20 karmendên tîmên bersîvdana bi lez) têda beşdar bûn û li warên (Berevaniya şaristanî – hawarçûna destpêkî – serkirdayetiya tîm – çawayî ya bikaranîna kelupelên tîmê) rahênaneke bi tevahî bi wan hate kirin.
Armanca xulê amadebaşî û bihêzkirina karîna bersîvdanê û bihanaveçûn û rizgarkirina di dema her rûdaneke nexwastiyê de bû.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî digel tîma bersîvdana bi lez (RRU) ya ser bi Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersîvdana Qeyranekan / EJCC ya li parêzgeha Hewlêrê, xulê birêve bir û li dawiya xulê jî bawernameyan li ser beşdarbûyên xulê de pêşkêş kirin.
Serhad Hemîd Birêveberê Tîma Bersîvdana bi lez ya li parêzgeha Hewlêrê, di derbarê xulê de taybet ji bo medya ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Em wekî tîma bersîvdana bi lez ya li parêzgeha Hewlêrê, bi hemahengî digel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xuleke sê rojî me ji bo endamên tîma hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û endamên tîma bersîvdana bi lez ya parêzgeha Hewlêrê kir, bi mebesta amadebaşî û bihêzkirina karîna bersîvdan û bi hanaveçûn û rizgarkirina di dema her rûdaneke nexwastî de bû ku li rêkefta 01\07\2025 destpêkir û îro (03\07\2025) xul bi dawî hat”. Li roja yekem li warê berevaniya şaristanî û li roja duyem warê hawarçûna destpêkî û li roja sêyem jî di warê serkirdayetiya tîmê – çawayî ya bikaranîna kelupelên tîmê) ji bo beşdarbûyên xulê bi her du awayên ramyarî û kirdarî de hatin pêşkêş kirin û bi kirdarî beşdarbûyên xulê hatin amade kirin. Ji bo ku karîna wan ya bersîvdan û bihanaveçûn û rizgarkirina di dema her rûdaneke nexwastî de wekî erdhej, lehî û agirketin û li rûdanên xwezayî de hebê”.
Birêveberê Tîma Bersîvdana Bilez ya li parêzgeha Hewlêrê, tekez li wê yekê kir ku çalakiyên xulê gelek bi serkeftiyane hatine encam dan, beşdarbûyên xulê jî bi awayeke kirdarî ezmûneke baş wergirtin. Behsa ewe jî kir, tîma bersîvdana bi lez ya li parêzgeha Hewlêrê di sala 2018 ve hatiye damezrandin û ji aliyê rahênerên Ajansa Almanya Federal ya ji bo hevkariya teknîkî ku ser bi Wezareta Navxweya Almanya ye, çendîn rahênan bi wan hatine kirin. Her wiha got: “Ev e duyem rahênane ji bo tîma bersîvdana bi lez ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê encam dan. Bi pêwîst jî dizanîn li paşerojeke nêzîk da bikarîn li Peymangeha Berevaniya Şaristanî, rahênaneke kirdarî ji bo tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her wekî tîma bersîvdana bilez li parêzgeha Hewlêrê birêvebibîn”.
Karêz Omer, pêşkêşkara rêwresma dawî hatina xulê ku ew bi xwe jî endameke beşdarbûyê wê xula sê rojî bû, di derbarê heman çalakiyê de dibêje: “Wane ji aliyê mamostayên pîspor û şareza û bi ezmûn ve hate pêşkêş kirin. Heta sê rojan de me karî, tîmek ji bo bersîvdan û bihanaveçûn û rizgarkirina di dema her rûdaneke nexwastî de ava bikîn. Ji bo bihêzkirina tîmê jî pêwîste çendîn xulên dinê kirdarî bibînîn. Lê belê hêvîdarim kes hêviya van tîman nebê, wate em hemû ji rûdanên xwezayî yên wekî erdhej û agirketin û lehî û cengan dûr bîn”.



















