Rahênerên Navdewletî ya ji bo amadekirina tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, heta du rojan rahênanê bi 27 karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku wekî tîma hawarçûna bilez û rizgarkar bêne amade kirin.
Bi serpereştiya Îsmaîl Ebdulezîz, rahênerên navdewletî ya ji bo amadekirina tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku hejmara wan heşt rahêner bûn, li rojên sêşem û çarşema rêkefta 8 û 9\7\2025 heta du rojan rahênanê bi 27 karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.
Desteya Hawarçûna Mirovî û Mafê Mirov û Azadiyan (IHH) li Tirkiye, tîmeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo beşdarîkirina li xula lêgerîn û rizgarkirinê vexwendin Tirkiye. Li rêkefta 23/11/2022 tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji 17 kesan pêkhatibûn, li yekem roja meşq û rahênanê de beşdariyê kirin.
Ew xul li qonaxa yekem da heta neh rojan berdewam bû. Xul sê waran li xwe girtibû. Yekem: lêgerîn û rizgarkirina li cihên dijwar û bilind. Duyem: Lêgerîn û peydakirin û rizgarkirina xelkê li jêr avahiyên rûxayê (Ji ber erdhejê, teqînê, yan her sedemeke din). Sêyem: Lêgerîn û rizgarkirina li nava gomav û rûbarên kûr.
Qonaxa duyema xulê li sala (2023) li Hewlêrê birêve çû. Wate rahênerên IHH hatine Herêma Kurdistanê û li qonaxa sêyem û dawî de neh karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatin destnîşan kirin, bawername û muhleta mamostayî û rahênereyetiyê pêşkêşî wan kirin.
Desteya Hawarçûna Mirovî û Mafê Mirov û Azadiyan IHH di sala 1992 hatiye damezrandin û yek ji mezintirîn rêxistinên Rojhilata Navîn e û zêdetirê 1.800 xwebexş têda kar dikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî armanceke mezin ya ji bo xizmetkirina lêqewimiyan heye. Ji bo wê yekê ji bilî gihandina hevkariyan û alîkariya koçber û penaberan, planê ji bo hawarçûna bilez û çalakiyên rizgarkirinê jî daniye. Bi hemahengî digel aliyên peywendîdarên Hikûmî û nehikûmî li wê warî da jî çalak dibe.




















