Hevkariyên di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN a Norwêcî de ji sala 2021 ve dest pê kiriye. Heta niha ji 200 tonî zêdetir derman û alav û pêdiviyên bijîşkî ji bo sektora tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin.
Destpêkê nasandineke herdu aliyan di sektora tenduristiyê de:
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevkariyên tenduristiyê:
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di sala 2005an de li Hewlêrê hatiye damezrandin û rêxistineke nehikûmî, nesiyasî û neqazanc e. Dezgeh di warê alîkariya mirovî, piştevaniya awareyan, penaberan, malbatên hejar û kêmdahat û her wiha di warê tenduristiyê de bi taybetî kar dike.
Di salên borî de, sektora tenduristiyê yek ji girîngtirîn warên çalakiyên dezgehê bûye, bi rêya dabînkirina derman, alav û pêdiviyên bijîşkî û hevkariya ligel nexweşxane û navendên tenduristiyê, li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê proje û çalakiyên berbiçav hebûne.
Nasandina rêxistina MAIN a Norwêcî:
MAIN (Medical Aid Initiative Norway) ango “Destpêşxeriya Alîkariya Bijîşkî ya Norwêcê”, rêxistineke mirovî ye ku çalakiyên xwe di warê dabînkirin û veguhestina alîkariyên bijîşkî de, wek derman, alavên bijîşkî û pêdiviyên tenduristiyê de kom dike. Rêxistin di çarçoveya çalakiyên xwe yên navneteweyî de, alîkariyên bijîşkî ji bo navçeyên hewcedar dabîn dike.
Hevkariya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û MAIN de
Hevkariya di navbera herdu aliyan de di sala 2021ê de dest pê kir. Di çarçoveya vê hevkariyê de, gujmekî zêde ji derman û alav û pêdiviyên bijîşkî ji bo sektora tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin.
Heta sala 2024an ji 100 tonî zêdetir derman û alavên bijîşkî hatin dabînkirin û ji 150,000 nexweşî zêdetir sûd jê wergirtine. Ev alîkarî ji derman û pêdiviyên bijîşkî yên girîng pêk dihatin, bi taybetî ji bo nexweşiyên dirêjxayen, wek şêrpençe, şekir û tansiyona xwînê û hinek dermanên taybet û kêm ku bi hêsanî li bazara navxwe de berdest nebûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN di dîroka 06/05/2024an de, bîrannameyeke nû ya têgihiştinê ji bo berdewamiya hevkariyên di warê tenduristiyê de îmze kir. Ev hevkarî bi armanca berdewamkirina dabînkirina derman û alavên bijîşkî û piştevaniya ji sektora tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê berdewam kir.
Girîngiya hevkariyê û karê hevbeş ê herdu aliyan:
Tiştê ku van alîkariyên bijîşkî bi qîmet dike, ew e ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN karîne dermanên taybet û kêm bigihînin sektora tenduristiyê, bi taybetî ew dermanên ku pêdiviyeke berdewam ji bo jiyana hejmareke nexweşan heye.
Bi giştî, ev hevkarî mînakeke girîng e ji hevbeşiyên navneteweyî yên mirovî, ku bi rêya yekxistina hewldana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN a Norwêcî, alîkariya bijîşkî û derman a pêwîst gihîştiye bi hezaran nexweşan.
Di sala 2022an de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi fermî behsa hevkariya berdewam a MAIN û BCF û planên wan ji bo piştevaniya ji sîstema tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê kir.
Li gorî heman çavkaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev hevkarî di destpêkê de ji bo maweya pênc salan û bi nirxê ji 30 milyon dolarî zêdetir derman û alavên bijîşkî hatiye danîn.
Dabînkirina ji 100 tonî zêdetir derman û pêdiviyên bijîşkî
Di civîna nûkirina bîrannameya têgihiştinê di navbera herdu aliyan de, di dîroka 06/05/2024an de, hate ragihandin ku di maweya sê salên yekem ên hevkariyê de ji 100 tonî zêdetir derman û pêdiviyên bijîşkî hatine dabînkirin û ji 150,000 nexweşî zêdetir sûd jê wergirtine.
Ev hejmar tenê nîşana qebareya hevkariyê nîne; belê nîşana wê yekê ye jî ku hevbeşiya di navbera rêxistinên mirovî de dikare bandoreke rasterast li ser jiyana nexweşan hebe.
Derman ji bo nexweşên şêrpençe, şekir û tansiyona xwînê
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bal kişand li ser wê yekê, ku beşek ji dermanên dabînkirî ji cureyê dermanên kalîteya bilind û kêm bûn û ji bo nexweşên şêrpençe, şekir û tansiyona xwînê hatine bikaranîn; ew nexweşên ku gelek caran pêdiviya wan bi dermanekî berdewam û dirêjxayen heye. Tekez li ser wê yekê jî kir ku ev cure hevkarî bi taybetî ji bo wan nexweşan girîng e ku nebûna derman, an granbûna bihayê derman, dikare bibe sedema giranbûn û dirêjbûna nexweşiyê, ku bi temamî rewşa jiyana wan dixe metirsiyê ve.
Nûkirina bîrannameya têgihiştinê; berdewamiya hevkariyê
Di 06/05/2024an de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN a Norwêcî bîrannameya têgihiştinê ya nû îmze kirin ji bo berdewamkirina hevkariyên xwe di warê tenduristiyê de. Di wê civînê de, nûnerên herdu aliyan û wezîrê tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.
Her wiha di heman rojê de, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, ligel Geir Fjeld, berpirsê karên navneteweyî yên MAIN civiya. Di hevdîtinê de ku nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amade bû, tekez li ser firehkirina hevkariyên mirovî û tenduristiyê hate kirin û MAIN piştrast kir ku di şandina alîkariya mirovî û bijîşkî de ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe.
Rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tenê di wergirtina derman û pêdiviyan de kurt nebûye; belê bi rêya tora kar û hemahengiyên xwe yên mirovî, rola gihandin û dabeşkirina alîkariyên tenduristiyê ji bo cih û saziyên pêwîst jî girtiye ser milê xwe.
Rapora MAIN a ji bo 2021ê amaje bi wê yekê dike ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dabeşkirina derman û alavên bijîşkî û her wiha di hemahengiya hinek gihandina alîkariyan ji bo derveyî sînoran de rol hebûye.
Tenduristî; beşeke sereke ji karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Dabînkirina derman ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê ve tenê bi rêxistina MAIN ve sînordar nîne. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di warê tenduristiyê de di dabînkirina derman û alavên bijîşkî, piştevaniya nexweşxane û navendên tenduristiyê û xizmetguzariyên tenduristiyê de, karên berbiçav kiriye.
Wekî mînak, di sala 2022an de, du navendên tenduristiyê yên dezgehê li kempên Xazir û Hesen Şam, xizmetguzariya bijîşkî, pişkînîn, testên laboratuwarê û derman pêşkêş kirine û bi giştî 60,513 nexweşan ji wan navendan sûd wergirtine.
Her wiha di sala 2025an de, amara warê tenduristiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, 314,573 kes wek sûdmend tomar kiriye, ku yek ji warên sereke yên çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye.
Karê hevbeş ê BCF û MAIN berdewam dibe
Hevkariya BCF û MAIN mînakeke zelal e ji wê yekê ku çawa rêxistineke mirovî ya navxweyî û saziyeke navneteweyî dikarin şiyanên xwe yek bixin ji bo gihandina derman û xizmetguzariya tenduristiyê bi wan kesên ku zêdetir pêdiviya wan pê heye.
Ji aliyekî ve MAIN bi rêya tora xwe derman û alavên bijîşkî dabîn dike, ji aliyekî din ve Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi şiyana lojistîkî, tora hemahengiyê û ezmûna xebata li navçeyên cuda, rêya gihandina wê alîkariyê ji bo kesên hewcedar xweş dike.
Ev hevbeşî di dawiyê de tenê dabînkirina derman nîne; belê hevbeşî ye ji bo parastina jiyanê, piştevaniya nexweşan û bihêzkirina sektora tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê.
Di hewldanên herî dawî yên mirovî û tenduristiyê yên berdewam ên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina MAIN a Norwêcî, di dîroka 07/09/2026an de li rêveberiya nexweşxaneya Nanekelî li Hewlêrê, kongreyeke medyayî bi mebesta ragihandina gihîştina gujmeyek dermanên taybet û kêm ji bo nexweşên şêrpençeyê birêve çû.
Gihandina dermanê Lenalidomide 15mg – 20mg bo Herêma Kurdistanê, girîngiya wê di wê de ye ku ev derman di dermankirina hinek cureyên nexweşiya şêrpençeyê de tê bikaranîn, ku ji bo demekê li nexweşxane û navendên taybet ên şêrpençeyê li Herêma Kurdistanê berdest nebûye.
Bi rêya projeya hevkariya bijîşkî ya Herêma Kurdistanê û bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û MAIN, bi giştî 953 pakêt ji vî dermanî gihîştin Herêma Kurdistanê û bi vî awayî hate dabeşkirin:
Hewlêr: 388 pakêt
Dihok: 365 pakêt
Silêmanî: 200 pakêt
Her pakêtek 21 heb di xwe de digire û bihayê wê nêzîkî 6 milyon dînarê Iraqî ye. Bi vî awayî, dabînkirina vî dermanî alîkariyeke dermanî ya girîng e ji bo wan nexweşên ku pêdiviya wan bi dermankirina taybet û berdewam heye.
Di kongreya medyayî ya 07/09/2026an de, Dr. Herdî Cewad Sabir, rêveberê nexweşxaneya Nanekelî, spas û pêzanîna xwe ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derbirî û girîngiya dabînkirina dermanê pêwîst ji bo nexweşên şêrpençeyê xiste rû.
Her wiha Dr. Lezgîn Cemîl, rêveberê rêxistina MAIN a Norwêcî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, behsa hevkariyên berdewam ên di navbera MAIN û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya vê hevbeşiya mirovî û tenduristiyê kir.
Dr. Ebas Azad, berpirsê yekeya tenduristiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bilind nirxandina hevkariyên kêm û sûdbexş ên rêxistina MAIN, pêdiviya dabînkirina van cure dermanan xiste rû û tekez li ser wê yekê kir ku divê hişyarkirin û rêkarên pêşîgirtina ji nexweşiyan girîngiyeke temam pê bê dayîn.
Di heman çarçoveyê de, Dr. Ebas Azad amaje bi kampanyayeke hevbeş û berfireh a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Soran kir ku bi mebesta bilindkirina hişyariya civakê û girîngîdana bi pêşîgirtina ji nexweşiyan dest pê kiriye.
Di vê kongreya medyayî de, her yek ji Ferzîn Begzade, serperiştiyarê beşa ragihandin û peywendiyan û beşa yasayî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Stav Aso, rêveberê nivîsgeha dezgehê li Hewlêrê, û Dr. Ebas Azad, berpirsê yekeya tenduristiyê ya dezgehê amade bûn.
Ji aliyê mirovî ve, ev hevbeşî girîngiyeke taybet heye, ji ber ku ji bo nexweşekî ku dermankirineke dirêjxayen pêwîst e, berdestbûna derman ne tenê pêdiviyeke bijîşkî ye; belê peywendiyeke rasterast bi berdewamiya dermankirin û parastina jiyanê ve heye.
Ev hevkarî her wiha nimûneyeke zelal e ji şiyana hevbeşiyên mirovî ji bo guhertina hejmar û datayan bo bandoreke rasterast li ser jiyana mirovan; ji ber ku li pişt her pakêtek derman, nexweşek heye ku li benda berdewamiya dermankirina xwe ye, li pişt her alîkariyekê jî, hewlek heye ji bo kêmkirina êş û parastina hêviya jiyanê.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û MAIN, bi berdewamkirina vê hevbeşiyê, hewl didin piştevaniyên tenduristiyê bigihînin wan kesên ku zêdetir pêdiviya wan pê heye; da ku derman bibe sedema berdewamiya jiyanê û alîkariya mirovî bibe pirek ji bo gihandina hêviyeke zêdetir bi nexweşan.












